AIE: Divê sexberiya enerjiyê zêdetir bibe

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (AIE) ragihand, ji bo ku veguherîna eneriyê ya cîhanê pêk were divê veberhênana ji bo sexberîkirina enerjiyê pir were zêdekirin.

Di daxuyaniyê de ya ku ji hêla AIE ve hatî dayin, girêdayî rabûna aborî ya cîhanê hewcehiya bi enerjiyê jî zêdetir dibe. Rêveberê AIE'yê got, aboriya cîhanê heta 2040'î du caran li xwe zêde bike jî hewcehiya bi enerjiyê wê bi rêjeyeke kêm zêde bibe û got, ji bo guherîna enerjiyê pêk were divê tevdîrên ji bo sexberiya enerjiyê werin zêdekirin.

LI GEL RABÛNA ABORÎ JÎ HEWCEHIYA BI ENERJIYÊ DIKARE WERE SÎNORDARKIRIN

Di rapora dawî ya AIE'yê de bi tevdîrên li ser sektorên gihandin, sanayî û avakirinê paralelî rabûna aborî wê daxwaza bi enerjiyê were sînordarkirin. Di raporê de tê gotin, bi teknolojiya berdest pêkan e ku tevdîrên ku mirov sexberiya enerjiyê bike zêde ne, bi sedema enerjiyên fosîlan (petrol, komur, gaz) asta gaza serayê ya karîger hate destnîşankirin.

Li gorî raporê gaza serayê ya ku heta sala 2020'î wê zêdetir be, piştre wê kêm bibe. Ev ast heta 2040'î li gorî rewşa niha 12 ji 100'î wê kêm bibe.

HETA 2025'AN DIVÊ DU CARAN LI YA NIHA WERE ZÊDEKIRIN

Di rapore de tê gotin, heta 2017'an maliyeta tevdîrên sexberiya enerjiyê li tevaiya cîhanê gihaştiye 236 milyar dolaran, li gorî sala beriya wê 3 ji 100'î zêde bûye.

Li gorî AIE'yê veberhênanên ji bo sexberiya enerjiyê heta 2025'an divê du caran li ya niha werin zêdekirin û salên din bêhtir jî werin zêdekirin.