Şopa herî kevn a mirovên li Amerîkayê hate dîtin

Li gorî lêkolîneke ku li kovara PLOS ONE hate weşandin, şopa herî kevn a mirovên li Bakurê Amerîkayê hatiye dîtin.

Şopa herî kevn a mirovên li Amerîkayê di encama lêkolîna antropologên Enstîtuya Hakaî û Zanîngeha Vîctorîa ya Kanadayê de hate dîtin. Tê gotin ku ev şûna piyê mirovan herî kêm 13 hezar salî ne. Şûna pî, li giraveke li okyanûsê ya li eyaleta Brîtîsh Colûmbîa ya li rojavayê Kanadayê hate dîtin. Li gorî lêkolînê, ev şûn pî yê herî kevn e ku heta nih ali Bakurê Amerîkayê hatiye dîtin.

Lêkolîna ku bi pêşengiya antropolog Dûncan McLaren hate kirin, nîşan dide ku mirov demeke dirêj beriya serdema dawî ya qeşayê ya li Bakurê Amerîkayê li herêmê jiyan e. Tê texmînkirin ku qeşa li Brîtîsh Colûmbîa beriya bi 11 hezar û 700 salî heliyane. Tê gotin ku mirov berî vê wextê li herêmê jiyan e.

Karê vê dawiyê hate kirin, hîpoteza ku îdîa dike ku mirovên li Amerîkayê ji Asyayê hatine, xurtir dike. Li gorî vê hîpotezê, mirovên li Bakurê Amerîkayê ji parzemîna Asyayê hatine û ji korîdoreke tarî ya deng a navbera herdu parzemînan derbas bûne.