Îbrahîm Ayaz ê li Bregenzê wefat kir

Îbrahîm Ayaz (Îlhamî Heval) ku ji sala 1990'î û vir ve li Awûstûryayê xizmet ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re dikir, wefat kir.

Îbrahîm Ayaz ku ji salên 1970'î ve li Ewropayê dima, piştî ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir ji bo gelê Kurd dest bi karekî bê navber kir.

Îbrahîm Ayaz ê 72 salî ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da. Ayaz ku sala 1947'an li navçeya Depê ya Xarpêtê ji dayik bû, sala 1971'ê neçar ma bê Awûstûryayê.

KCDK-E Awûstûryayê li ser wefata Ayaz daxuyaniyek da û got, "Hevrê Îlhamî ku li Bregenzê ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin, hevalekî kedkar bû û dilsozê têkoşîna azadiyê bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ayaz êvara 21'ê Sibatê jiyana xwe ji dest daye û sersaxî ji malbatê û hevalên wî re hate xwestin.

Hevserokê HDK-Awûstûryayê Xalîs Sever jî diyar kir ku dil û mejiyê Ayaz timî bi têkoşîna azadiyê re bû û got, "Em ê mîrateya wî ya têkoşînê bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad tacîdar bikin."