17. Festîvala Fîlm û Forûman a Mafên Mirovan dest pê dike

Festîvala Fîlm û Forûman a Navneteweyî ya bi mijara Mafên Mirovan a Cenevreyê (FÎFDH) îro dest pê dike. Festîval wê heta 17'ê Adarê bidome û tevî nîşandana fîlmên li ser mafên mirovan, wê forûm jî bên lidarxistin.

Festîvala Fîlm û Forûman a Navneteweyî ya Cenevreyê ku her sal bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îro dest pê dike. Festîval wê heta 17'ê Adarê bidome û fîlm û dokûmanterên li ser binpêkirina mafên mirovan ên li gelek deverên dinyayê bên nîşandan. Her wiha wê li ser heman mijarê forûm û panel bên organîzekirin.

SÛCÊ ŞER Ê DAÎŞ'Ê WÊ WERE NIRXANDIN

Festîval mîna her sal îsal jî xwedî bernameyeke dewlemend e. Di destpêka festîvalê de wê dokûmantera derhênera Emerîkî Alexandria Bombach a bi navê "On her Shoulders (Li ser milên wê)" were nîşandan ku qala çîroka Xelatgira Nobelê Nadîa Mûrad tê kirin. Piştî nîşandana dokûmanter, wê bi beşdariya ji raportorên Neteweyên Yekbûyî Sereta Ashraph, Dîrektora Navenda Agahiyan a Mafên Mirovan a Ûkraynayê Tetiana Pechonchyk û ji parêzvanên mafên mirovan ên Lîbyayê Hajer Sharief forûmek pêk were. Di forûmê de wê sûcên şer ên DAÎŞ'ê û binpêkirina mafên mirovan ên li Lîbya û Ûkraynayê bên nirxandin.

Di festîvala 17'an de her wiha wê gelek fîlm û dokûmanterên li ser newekheviya navbera jin-mêr, têkoşîna jinê, sûcên şer, têkoşîna hindikahiyan a li gelweatên cuda, populîzma ku li dinyayê derdikeve pêş, şewbên cidî yên mîna Ebola werin nîşandan. Li ser heman mijaran wê bi beşdariya siyasetmedarên pispor û parêzvanên mafên mirovan forûm pêk werin.

Bernameya festîvalê ji vê lînka li jêrê dikare bê dîtin: