‘Dîlawer Erebo û Hîva Erebo şehîd bûn’
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê PYD’ê Dîlawer Erebo û Endama Koordînasyona Kongra Starê Hîva Erebo di encama êrîşa SIHA’yên dewleta Tirk de şehîd bûne.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê PYD’ê Dîlawer Erebo û Endama Koordînasyona Kongra Starê Hîva Erebo di encama êrîşa SIHA’yên dewleta Tirk de şehîd bûne.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku şervanê PYD’ê Dîlawer Ebdulqadir Erebo (Hogir Dirbêsiye) û endama Koordînasyona Kongra Starê Hîva Erebo (Salihe Viyan) di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de şehîd bûne.
Dilawer Ebdulqadir Erebo ji bajarê Dirbêsiyê ye, di 1990ˋî de hatiye dinê, Hîva Erebo jî ji heman bajarî ye û di 1981ˋê de li gundê Delîk ê Dirbêsiyê hatiye dinê.