Yewnanistan dixwaze YE barê wê yê koçberan sivik bike

Hikumeta rastgir a Yewnanistanê diyar dike ku hatina koçberan ên di hefteyên dawîn de wan dixe nav fikaran û ji Komîsyona Ewropayê xwest ku bila parvekirineke bi edalet bikin.

Berpirsê Polîtîkaya Koçberan Georges Koûmoûtsakos ji rojnameya ‘Kathîmerînî’ re axivî û diyar kir ku ji 7’ê Tîrmehê heta îro her roj koçber tên.

Koûmoûtsakos diyar kir ku ji pênc giravên nêzî Tirkiyeyê Mîdîllî, Sîsam, Sakiz, Îstankoy û Îleryozê herî kêm 20 hezar kes hatine.

Li gorî rayedar di 9’ê Tebaxê de şeş keştî hatine girava Mîdîllîyê ya ku her yek 250 penaber tê de bûne. Wezîr diyar kir kir ku bazirganan di navbera Semadîrek û Dedeagacê de korîdoreke nû vekirine.

Berpirsê polîtîkaya koçberan diyar kir ku Yewnanistan sînorên derve yên Ewropayê diparêze û Atîna di vî warî de êdî kapasîteya xwe qedandiye û ew li benda hevkariya welatên din in. Rayedar diyar kir ku ew dixwazin ji bo sekinandina koça li Behra Egeyê peymana di navbera Tirkiye û Yewnanistanê ya di sala 2016’an de bi awayekî xurt were pêkanîn.

Koûmoûtsakos diyar kir ku serokê Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen ê ku hê dest bi peywira xwe nekiriye wê meseleya koçberan bike meseleya sereke û ew ji ber vî tiştî kêfxweş e.