Trûmp pêşnûmeya bûdçeyê ya ku politikaya koçberan nahewîne pejira

Li gel guharinên Kongreya DYA’yê jî Donald Trûmp pêşnûmeya bûdçeya 2018’an pejirand, di pêşnûmeyê de  gelek daxwazên derbarê koçberan bê bersiv man.

Li gel Serokdewletê DYA’yê Donald Trûmp duh ragihandibû ku bûdçeya 2018’an hatiye vetokirin jî, çend saetan şûn de hatibû ragihandin ku Trûmp bûdçe pejirandiye. Trûmp li ser pêşnûmeyê gotibû, ‘’ez ê careke dî destûreke wiha îmze nekim’ û helwesta xwe nîşan dabû. Di pêşnûmeyê de li ser politikaya koçberan gelek daxwaz hatine piştguhkirin.

Din av bûdçeyê de, ya bi 1,3 trilyon dolarî, 25 milyar dolarê ku Trûmp dixwest li ser sînorê Meksîkayê bide avakirin nebû. Li gel ku Meclîsa Nûneran û Senato di Kongreya DYA’yê de piranî ji Komarparêzan pêk tên jî, ev daxwaz pêk nehat.

Trûmp her wiha xwestibû ku Bernameya DACA’yê jî rake, ku ev bername  parastina ciwanên bi ku rêyên derzagonî hatine welat dike. Lê ev daxwaza Trûmp jî pêk nehatibû. Trûmp qebûl kiribû ku mafê welatîbûnê bide 1,8 milyon koçberên ku bi derzagonî hatibûn lê di ber vê de ji bo dîwarê ser sînor 25 milyar xwestibû.

Daxwazên dî yên Trûmp ku ji hêla Demokrat û Komarparêzên Kongreyê ve nehatin qebûkirin têkildarî penaberan in. Komarparêz û Demokrat li dij wê derdikevin ku nakokiyên Green Cardê (Karta kesk) were rakirin, ku ev kart wî mafî dide ku koçber li deverên cuda yên cîhanê bixebitin û rakirina vê wê pevgihîna malbatên koçber zehmet bike.