Trump li Floridayê axaftina xwe ya serketinê kir

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên 47'emîn ên serokatiya DYE'yê, tê dîtin ku Trump bi ser ketiye. Li Meclîsa Nûneran rewş hîn nediyar e. Trump li Floridayê axaftina serketinê kir.

HILBIJARTINÊN DYE'YÊ

Di hilbijartinên serokatiyê yên 47'emîn ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de Donald Trump li eyaletên krîtîk li pêş Kamala Harris xuya dike. Lewma jî tê texmînkirin ku bi ser ketiye. Li gorî encamên ne fermî, Trump heta niha 267 delege bi dest xistiye ku ji bo karibe bê hilbijartin pêwîstî bi 270 delegeyan heye. Kamala Harris jî heta niha 214 delege bi dest xistiye. Li Minnesota, New Mexico û New Jersey Kamala Harris bi ser ket, li eyaletên krîtîk ên Pensilvanya û Georgiayê jî Trump li pêş bû.

LI MECLÎSA NÛNERAN REWŞ NEDIYAR E

Di Senatoyê de Partiya Komarger eyaletên Virginia Rojava û Ohio bi dest xist û nêzîkî wê yekê bû ku li Senatoya DYE'yê serweriyê ji Demokratan bistîne. Ji bo Meclîsa Nûneran ku Komarger bi ferqeke kêm kontrol dike, encam hîn nediyar e.

TRUMP LI FLORIDAYÊ AXAFTINA 'SERKETINÊ' KIR

Donald Trump diyar kir ku ew di hilbijartinê de bi ser ketiye û li Floridayê axaftina serketinê kir. Trump got, "Em ê sînorên xwe bigirin, em ê destûrê nedin ku mirov bêne welatê me, lê belê divê bi rêyên hiqûqî bên." Trump her wiha pesnê Elon Musk da ku di kampanya hilbijartinê de piştgiriyeke mezin dabû wî.