Tirkiye gefa ‘şer’ li Yewnanistanê dixwe

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavûşoglû gefa şer li Yewnanistanê xwar. Yewnanistan jî balê dikişîne li ser bikaranîna mafê serweriyê ya Atînayê û dibêje ku bikaranîna wê mafê girêdayî vetokirina Tirkiyeyê nîne.

Li gorî ajansa Anadolû ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Çavûşoglû gotiye “Yewnanistan nikare sînorên avî yên li behra Egeyê derxîne 12 mîlan, ji ber ku ev tişt sedema şer e.”

Alîkarê Serokkomarê Yewnanistanê bi rêya Wezareta Karên Derve roja Şemiyê daxuyaniyek da û ragihand ku bikaranîna mafê serweriyê ya Atînayê bi ti awayî girêdayî vetoya Tirkiyeyê nîne.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyryakos Mîtsotakîs hefteya bihorî ragihandibû ku hikûmeta wî ji bo ku sînorên avî yên li behra Egeyê ji 6 mîlan derxîne 12 mîlan wê pêşnûme yasayekê pêşkêşî parlementoyê bike.

Mîtsotakîs her wiha diyar kiribû ku bi vê gavê re Yewnanistan ‘mafê wê yê serweriyê ye û dikare pêk bîne’ bi kar aniye.

Beriya niha alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fûad Aktay jî bi heman şêwazî gef li Yewnanistanê xwaribû.

Aktay di daxuyaniya dayî de gotibû: “Ger ku berfirehkirina sînorên avî ji aliyê Yewnanistanê ve ne sedemekî yê şer be, baş e sedema çi ye?”