Talîbanê careke din destûra xebate da Xaça Sor

Tevgera Talîbanê di meha Nîsanê de xebatên Xaça Sor qedexe kiribû û niha dîsa destûr da ku Xaça Sor li Efganistanê bixebite.

Talîban bi awayekî defakto herêmeke berfireh di bin kontrola wan de ye. Tevgera Talîbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Emîrtiya Îslamê garantîya ewlehiyê dide Komîteya Xaça Sor bang li hemû mucahîdên xwe dike ku bila hay ji xebatkar û alavên komîteyê hebin.”

Ji ber ku Talîbanê û Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê garantiya xwe ya ewlehiyê vekişandibûn, Komîteyê jî di meha Nîsanê de operasyonên tedawîkirina birîndaran dabû sekinandin.

Talîbanê di Tebaxa 2018’an de xebatên komîteyê qedexe kiribû lê di heman salê de di meha Kewçêrê de ev qedexe rakiribû.

Piştî vê gava Talîbanê, Trûmp diyar kiribû ku wê DYE li Talîbanê bide û Talîbanê jî gotibû wê Efganistan bibe gora DYE’yê.

Çavdêrên li qadê diyar dikin ku beriya hilbijartina di 28’ê Îlonê de wê li Efganistanê zêde bibe. Vê gavê Talîban meşrûîyeta desthilatdara heyî nas nakin.