Talîbanan êriş birin ser nuqteyên kontrolê: 18 kes mirin

Tevgera Talîbanê êriş birin ser nuqteyên kontrolê yên li bakurê Efganistanê. Hate ragihandin ku herî kêm 18 hêzên ewlekariyê hatine kuştin. Talîbanê di nava hefteyekê de zêdeyî 400 endamên hêzên ewlekariyê kuştin yan jî birîndar kirin.

Li gorî rayedarên wîlayeta Cuzcanê, Talîbanan êriş birin ser nuqteyeke kontrolê. Di encamê de 12 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku di şer de 5 endamên Talîbanê hatine kuştin û 4 endamên hêzên ewlekariyê ji aliyê Talîbanan ve dîl hatine girtin. Li gorî Talîbanan hejmara kuştiyan gelekî zêdetir e.

Rayedaran her wiha diyar kirin ku Talîbanan li Kûndûzê jî êriş birin ser nuqteyeke leşkerî û di şerê 5 saetan de 6 leşker hatine kuştin.

Berdevkê Fermandariya leşkerî ya bakurê welêt ragihand ku ji Talîbanan jî 4 kes hatine kuştin.

Di demeke welê de ku hikumet û Talîban nêzî destpêkirina danûstandinên aştiyê bûn van bûyeran rû dan. Danûstandin piştî temambûna pevguhertina girtiyan a herdu aliyan dest pê bike.

Berdevkekî Wezareta Karên Hundir a Efganistanê roja 15'ê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihand ku Talîbanan di nava hefteyekê de 222 êriş birine ser leşker û polîsan û zêdeyî 400 leşker û polîs kuştine yan jî birîndar kirine.