Serpêhatiyên ku bi tabloyan tên nîşandan
Xîtam Osman a ku bi ta û morîkan tabloyan çêdike, da zanîn ku ew bi berhemên xwe hem xîtabê civakê dike û hem jî berxwedan û hunera jinê tîne cem hev.
Xîtam Osman a ku bi ta û morîkan tabloyan çêdike, da zanîn ku ew bi berhemên xwe hem xîtabê civakê dike û hem jî berxwedan û hunera jinê tîne cem hev.
Xitam Ebd El Hekîm Osman a 32 salî ku li bajarê Qamişlo dijî, jinek e ku 15 sal in bi karê destan re mijûl bûye. Tabloyên ku bi ta û morîkan xemilandî ne tenê ji hêla estetîkî ve xweş in, di heman demê de wateyên kûr jî hildigirin. Xîtam Osman a ku armanc dike bi hunera xwe peyamekê bide civakê, dixwaze di her xebatên xwe de hem îfadeya takekesî û hem jî têkoşîna jinê bide xuyakirin. Xîtam Osman ji ANF’ê re behsa rêwîtiya xwe ya ber bi vê xebatê ve dike.
‘HUNERA DESTAN BI XWE BEHREYE’
Xîtam Osman, da zanîn ku ew ji temenek biçûk ve bi azweriyeke mezin dest bi çêkirina van tabloyên bi morîk kirine û got ku ew gelek ji karê xwe hez dike. Xîtam Osman bi tabloyên xwe yên ku amade dike berhemên hem estetîk û hem jî watedar diafirîne.
Xîtam Osman, anî ziman ku ew li ser înternetê xwe hînê vê hunerê kiriye û dibêje, “Hunera destan bixwe behreyeke di jiyana min de. Dixwazim vê hunera xwe pêşkêşî civakê bikim. Çiqas mirov di jiyanê de xwedî behre be wê ewqas serkeftinên mezin bi dest bixe. Xîtam Osman da xuyakirin ku hem ew dixwaze ji bo nifşên nû bibe mamoste û xizmeta civaka xwe bike.
SAZIYÊN RÊVEBERIYA XWESER BÛ WESÎLE KU PÊŞDETIR HERE
Tevî bandorên derûnî yên şer jî Xîtam Osman, diyar kir ku bi taybet piştî avakirina saziyên Rêveberiya Xweser kariye zêdetir wextê xwe bide hunera xwe û destnîşan kir ku di demên borî de derfetên jinan ên hunerê kêm bûn.
TEVLÎ SÊ FESTÎVALAN BÛYE
Xîtam Osman a ku heta niha beşdarî sê festîvalên cuda bûye, diyar dike ku her yek ji berhemên wê bi demê re dewlementir û xweşiktir bûne. Xîtam Osman, anî ziman ku ew her tim hewl dide xwe pêşdetir bibe û banga "Hûn li her qadên civakê cih bigirin û di têkoşînê de bibin pêşeng" li tevahiya jinan kir.