Serdana Rûhanî ya Enqere û hevdîtina Erdogan û Pûtîn

Wê sibe Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî serdana Enqerê bike da ku di derbarê pîlangeriya hevbeş a dijî Kurdan de bi dîktatorê Tirk Erdogan re gotûbêj bike.

Berpirsê Karûbarê Ragihandina Serokkomartiya Rûhanî, Perwîz îsmaîlî ragihadn ku Hesen Rûhanî wê roja yekşemê ango sibe li ser daxwaza fermî yê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo tevlî pêncemîn civîna sê alî ya Îran, Rûsiye û Tirkiye bibe, biçe Enqerê.

Her wiha Îsmaîlî got: “Li kêleka vê civînê ku wê roja 15’ê Îlonê destpê bike, tê paykîn ku Hesen Rûhanî cuda cuda bi Erdogan û Pûtîn re bicive.

Rûhanî wê di hevdîtinê de bi Erdogan re li ser domandina pîlangeriya dijî Kurdan gotûbêj bike.

Dagirkirina Kantona Efrînê ji aliyê Tirkiyê û berdevam kirina dagirkeriya Bakurê Rojavayê Sûriyê beşek ji fitneya hevbeş a Erdogan û Ruhanî û erêkirina Pûtîn ku di 20 Çileya 2018’an de xistin meriyetê.

Tê payîn ku di wan hevdîtinan de ji bilî pirsgirêka Sûriyê mijarên weke pêşxistina têkilyên aborî ya di navbera her sê dewletan de jî bê gotûbêjkirin.

Hêjayê gotinê ye ku roja pêncşemê 12’’ê Îlonê serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû di hevdîtinek xwe ya bi Pûtîn a li Sûçî de ji wî xwestibû ku li hemberî Îran û Sûriyê însîyatîfê bide Îsraîlê.