Piştî Amazonan şewata li Pantanalê jî zêde bû

Pantanal ku bi dewlemendiya xwe ya biyo û qada xwe ya berfireh a şilî ya tropîkal a Başûrê Emerîkayê tê naskirin di nava rewşeke metirsîdar de ye.

Serokdewletê Brezîlyayê Jair Bolsonaro ku tedbîrên li dijî germahiya global red dike, ji dema hate hilbijartin û vir ve li Brezîlyayê şewata li daristanan zêde bû. Di heman demê de şewata li herêma xwezayî Pantanalê jî qat bi qat zêde bû ku ev herêm ji aliyê UNESCO ve di sala 2000'î de weke Mîrateyeke Dinyayê hate qebûlkirin.

Pantanal ku bi giranî li eyaletên Mato Grosso do Sul û Mato Grosso yên Brezîlyayê ye, ji 1'ê Çileyê heta 11'ê Îlonê gelek şewatan lê rû dan. Li gorî heman dema sala derbasbûyî şewat bi rêjeya 334 ji sedî zêde bû. Di nava vê salê de 4 hezar 515 caran şewat li herêmê rû da ku par tenê hezar 39 caran rû da bû.