Nîqaşa leşkerê Elman ê bi sifetê penaber hatî girtin didome

Li Elmanya piştî ku leşkerekî gumanbarê terorê weke penaberekî Sûriyê be serlêdana îltîcayê kir, ev bû sedema nîqaşan.

Çend roj beriya niha diyar bûbû ku leşkerekî Elman ê gumanbarê terorê bi sifetê penaberê Sûrî serî li iltîcayê daye, şaşmayina ji vê rewşê berdewam dike.

Hatibû ragihandin serpêlekî bi navê  Franco A ku li Fransayê di yekîneya Elman de paraşûtvan bû meha Sibatê li paytexta Avûstûrya Viyanê dema ku çek li ser hebû hatiye girtin û jê tê gumankirin ku plana êrîşeke nîjatperestî dikir.

XWE WEKE PENABERÊ ‘BI ESLÊ XWE FRANSIZ’ Ê KU JI SÛRIYÊ REVIYAYE NÎŞAN DAYE

Lê ji ber ku leşkerê Elman 2015’an xwe weke penaberê Xiristiyan ê ji Sûriyê reviyaye nîşan daye û serî li iltîcayê daye rê li ber nîqaşên mezin vekir.

Vê rewşê kir ku rexneyên giran hem ji Wezareta Parastinê û hem jî ji Karê Navxweyî re were. Leşkerê Elman 2016’an du caran bi sifetê penaberan îfade daye lê li gel ku ji Sûriyê hatiye îfadeya wî bi Erebî nehatiya standin, tenê bi Fransî îfadeya wî hatiye girtin. Ji ber vê jî helwesta li dijî Daîreya Koçber û Penaberan a Federal (BAMF) zêde bûne.

WEZARETA PARASTINÊ LÊPIRSÎN VEKIR

Her wiha kitekiteke dî derkete holê kesê ku îfadeya vî leşkerî girtiye jî endameke dî yê artêşa Elman e ku ji ber sedema karê zêde şandine BAMF’ê.

Wezîrê Parastinê Ursula von der Leyen ku ew jî di navenda rexneyan de ye diyar kir ku li ser têkiliyên Franco A û hevalên wî yên nêz lêpirsînê dest pê kiriye.

Franco A hê îfade nedaya bê ka ji bo çi tiştekî wiha kiriye û tê gotin sûcdariya êrîşa terorîstî ya bi rastgiriya radîkal qebûl nake.