Lubnanê li hemberî êrîşên Îsraîlê serî li NY’ê da

Lubnanê piştî êrîşa roja Înê ya li başûrê welat ku di encama êrîşê de sê rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan, li hemberî ‘’êrîşên Îsraîlê’’ yên li dijî rojnamevanan serî li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê da.

Wezareta Karên Derve li ser X’ê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan têkildarî erîşa dawî ya Îsraîlê ya li ser rojnamean û navendên çapemeniyê serî  li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daye.

Wezaretê anî ziman ku êrîşên Îsraîlê yên li ser ekîbên çapemeniyên yên dubare sûcekî şerî ye û ragihand ku divê Îsraîl weke berpirsiyar were girtin û were cezakirin.

Di êrîşa Îsraîlê ya roja Înê ya li ser bajarokê Hasbayê de navendeke nûçegihanan hatibû hedefgirtin û di encama êrîşê de sê rojnamevan hatibûn qetilkirin. Êrîş dema ku rojnamevan di xew de bûn pêk hatibû. Çend ekîbên çapemeniyê beriya mehekê ji bo şopandina şerê di navbera Hîzbullah û Îsraîlê de hatibûn vir.

Ji 8’ê Cotmeha 2023’yan heya niha ku ev dîrok destpêka şerê Îsraîl û Hîzbullahê ye, li Lubnana Başûr gelek xebatkarên çapemeniyê di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin yan jî birîndar bûne.