Li Zelandaya Nû qedexeya çekan dest pê kir

Li Zelandaya Nû, piştî ku li du mizgeftan komkujî hate kirin, firotina çekên êrîşê û nîv otomatîk hate qedexekirin. Bi sedan kesî serî li polîsan dan ji bo çekên xwe radest bikin.

Serokwezîr Jacinda Ardern roja Pêncşemê daxuyanî da û diyar kir, firotina çekên êrîşê û nîv otomatîk hatiye qedexekirin. Qedexeya firotina çekan li gorî dema herêmê saet 15:00 kete meriyetê. Serokwezîr ji bo kirîna çekan bernameyek ji 100 heta 200 milyon dolarî xiste dewrê.

Ji bo kesên ku çekên wan hene wê efû jî bikeve meriyetê, lê belê yên ku heta dema hatiye diyarkirin çekên xwe radest nekin wê bi 4 hezar dolarê Zelanda Nû û 3 salan cezayê girtîgehê bên cezakirin.

Bi destpêkirina dema qedexeyê re nêzî 500 kes li nûmaraya taybet a polîsan geriyan û diyar kirin ku ew dixwazin çekên xwe radest bikin.

Beriya du hefteyan, nîjadperestekî Awûstralyayî ku ji serdestiya spiyan bawer dike, li bajarê Christchurchê êrîşî du mizgeftan kiribû û di encamê de 50 Misilmanan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî texmîna polîsan, li Zelanda Nû ya ku nifûsa wê 4.5 milyon kes e, 1.2 milyon çek hene. Lê belê li ser hejmara çekên bi tîpa leşkerî yên di destê welatiyan de ne texmînek nehate kirin.