Li Xezeyê 30 kes hatin kuştin, 13 jê zarok bûn

Parastina Sivîl a Fîlîstînê ragihand ku di encama du êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 13 ji wan zarok bûn.

Bîlançoya êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê giran dibe. Di daxuyaniya Parastina Sivîl a Fîlîstînê de hate ragihandin ku di encama 2 êrîşên Îsraîlê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 13 ji wan zarok bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êrîşa destpêkê li bajarê Cibaliyeyê hate kirin ku li bakurê Xezeyê ye. Di encama vê êrîşê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 13 ji wan zarok bûn. Di êrîşa duyemîn a li taxa El Sabra de jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin, hîn jî gelek kes di binê xirbeyan de ne.