Li Tanzanyayê ji ber teqîna tankerê 57 kes mirin

Li nêzî bajarê Dar es Salam ku 200 kîlometere i bajarê Morogro yê Tanzanyayê dûre tankerek teqiya û 57 kes mirin.

Polîsê herêmê daxuyanî da û got; “Teqînek bihêz çêbû û heta niha qasî hate tespîtkirin 57 kes mirine.”

Rayedaran diyar kirin ku mirovên li derdorê ji bo komkrina petrola di tankerê de ketine nava hewldanan.

Teqîn sibehê saet 08:30’an pêk hat û cenazeyên kesên di teqînê de mirine rakirin nexweşxaneyên derdorê. Sedema  teqînê ji ber vexwarina çixareyê ya xebatkarên komkirina petolê hate nîşandan.

Nîvro jî polîsan daxuyanî da û ragihandin ku şewat hatiye vemirandin.