Li Tanzanyayê di teqîna tankerê de hejmara miriyan bû 82

Şemiya borî li nêzî bajarê Dar es Salam ku 200 kîlometere i bajarê Morogro yê Tanzanyayê dûre tankerek teqiyabû û hejmara kesên mirî bû 82.

Di daxuyaniya dawî ya fermî de hatibû ragihandin ku 75 kes mirîne. Lê berdevkê nexweşxaneya netewî ya Darussellam Amînîel Alîgaesha îro daxuyaniek da û ragihand ku 6 kesên din jî mirîne. Di daxuyaniya duh de hatibû ragihandin ku kesek din jî miriye. Hejmara kesên di teqîna tankerê de mirî bû 82 kes.

Berdevk diyar kir ku li nexweşxaneya netewî 17 jê di beşa lezgîn de bi giştî 32 birîndar hene û wiha got; “Ji bo rizgarkirina birîndaran tişta ji destê me tê em dikin.”

Qeza sibeha Şemiyê li bajarokê Msamvû yê nêzî bajarê Morogoro çêbû. Bajarê Morogro 200 kîlometre dikeve rojhilatê Darusselamê. Tankera petrolê ji dema ji motosîkletê direviya qeza kir.