Li Swîsreyê pandemî zêde dibe, hejmara nexweşan 7 hezar derbas kir

Li Swîsreyê 7014 kes bi nexweşiya koronavîrusê ketine û hejmara kesên ku mirine jî bû 60.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Tenduristiya Gel a Federal (OFSP) ya roja Yekşemê li welat hejmara kesên bi koronavîrusê ketine, li gorî roja borî 900 zêde bûye û hejmar bûye 7014. Hate diyarkirin ku ji ber şewbê 60 kes jî mirine. Li gorî daneyên kantonan ev hejmar zêdetir e.

Li gorî daneyan rojê 1000 kes nexweş dikevin. Li Kantona Tessînê ya nêzî Îtalyayê heta niha 37 kes ji ber şewbê mirine.

Konseya Federal qedexe kiriye ku ji 5’an zêdetir mirov werin ba hev û yên ku li gorî vê qedexeyê tevnagerin 100 frankê Swîsreyê ceza li wan tê birîn.