Li Sûriyeyê bombe li nêzî nûqteyên çavdêriyê yên Tirk ketin

Di dema operasyona li dijî çeteyên li başûrê Îdlibê yên artêşa Sûriyeyê de bombe pir nêzî nûqteyên çavdêriyê yên Tirk ketin.

Li gorî nûçeya Al-Maser, di bûyerên roja Înê pêk hatin de kêm mabû ku nûqteyeke ya çavdêriyê ya Tirk herî dikeve başûr Îdlibê bibe hedefa bombeyan.

Çavkaniyeke leşkerî ragihand di bomberdûmana li ser çeteyan de bombe pir nêzî nûqteyên çavdêriyê ya Tirk ketin. Li gorî çavkaniyê têkildarî mijarê Rûsya hatiye agahdarkirin.

12 ‘nûqteyên çavdêriyê’ yên artêşa Tirk li Sûriyeyê heye. Meha borî li derdrî Morekê nûqeyeke ya çavdêriyê ya Tirk ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatibû dorpêçkirin.