Li Srî Lankayê kesên ku ji ber êrîşên bombeyî yên Yekşemê hatine

Li Srî Lankayê kesê ku mirin bûne 359

Bîlançoya ji ber êrîşên bombeyî yên li Srî Lankayê giran dibe. Di encama êrîşê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Li gorî bîlançoyê 359 kes mirin û bi kêman3i 500 kes birîndar bûn.

Yekşemê ayînên Paskalyayê, dêr û otêl bûne hedef. Ji 8  teqînan ên li paytext Colombo û li çar deverên din 2 jê êrîşên xwekuj bûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê komkujî anîn ser xwe. Hikûmeta Srî Lankayê rêxistina xwecih a bi navê National Thowheeth Jama’ath (NTJ ) bepirs dît. Vê komê êrîş neanî ser xwe.

Êvara Çarşemê têkilî êrîşan 18 kes hatin destgîrkirin. Ji Yekşemê û vir ve 58 kes hatine destgîrkirin.

Serokwezîr Ranîl Wîckremesînghe Sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kir êrîş bi desteka hêzên derve ye.

Hate gotin ji êrîşkarên xwekuj 2 jê ji Birayên Misilman ên Srî Lankî ne. Hate gotin herdu êrîşkar jî di êrîşan d bi roleke girîng bûne. Li gorî rayedaran ev kes, ''hicreyYên terorîst ên malbatî'' pêk tînin û di bin banê NYJ'ê de bi peywirên girîng in.