Li Polonyayê Dûda ji nû ve bû Serokkomar

Di hilbijartinên tûra duyemîn ên Serokkomariya Polonyayê de Dûda 50.4 ji sedî, hevrikê wî Trzaskowskî jî 49.6 ji sedî yê dengan wergirt.

Hilbijartinên Serokkomariyê yên li Polonyayê ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye, dihate payin ku meha Gulanê bihata lidarxistin, lê belê ji ber vîrûsa koronayê hatibû taloqkirin. Li vî welatî ku zêdeyî 30 milyon hilbijêrên qeydkirî hene, tûra destpêkê ya hilbijartinê meha Hezîranê hate kirin û doh jî tûra duyemîn pêk hat.

Hilbijartinên doh di navbera Serokkomarê heyî Andrzej Dûda ku Partiya Maf û Edaletê ya mûxafazakar û neteweperest (PîS) piştgiriya wî dike û Şaredarê Varşovayê Rafal Trzaskowskî de pêk hat. Di hilbijartinên tûra destpêkê de Dûda 40 ji sedî, hevrikê wî Trzaskowskî jî 30 ji sedî yê dengan wergirtin.

Rêjeya tevlîbûnê ya li hilbijartinê di asta 70 ji sedî de bû. Li gorî medya Polonyayê, li gorî encamên destpêkê yên tûra duyemîn a hilbijartinê Dûda 50.4 ji sedî û hevrikê wî Trzaskowskî jî 49.6 ji sedî yê dengan wergirt.

Beriya ku encamên fermî roja Duşemê bên eşkerekirin, Dûda doh bi şev serketina xwe îlan kir û ragihand ku ew ji nû ve bûye serokkomar.

Dûda kampanya xwe ya hilbijartinê bi rexneyên li Yekîtiya Ewropayê û Elmanyayê, her wiha bi nerazîbûneke mezin a li dijî LGBT meşand. Dûda ji sala 2015'an ve serokkomariyê dike. Trzaskowskî ku mûxalefeta li dijî Dûda kir yek, di demeke kurt de popularîteya wî zêde bû.