Li Myanmarê ji ber lêhiyê 51 kes mirin

Li Myanmarê ji ber barana mûsonê lehî rabû û 51 kes mirin.

Lêhî sibeha roja Înê li gundê Thae Pyar Kone ya eyaleta Mon a dikeve başur rojhilatê welat çêbû.

Li gorî rayedaran hejmara kesên ji ber lêhiyê mirine bû 51 kes. Di bîlançoya beriya niha de hatibû diyar kirin ku 13 kes mirine û 27 kes birîndar bûne.

Barana bi hêz li gelek herêman da. Yekîneyên leşkerî ji bo xebatên rizgarkirinê ketin nava tevgerê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Civakî lehiyê herî zêde li Bogo, Mon û Karenê daye. Berpirsê Saziya Bobelatan Ko Ko Naîng got ku “Ji ber lehiyê 30 hezar kesan malên xwe terikandine.”