Li Koreya Başûr şert û mercên xirab ên hewayê: Herî kêm 30 kes mirin

Li Koreya Başûr barîna zêde bû sedema hezana axê û felaketên lêhiyê, herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji destpêka meha Tebaxê heta niha ji ber sedema barana zêde li welat rewşeke xedar heye.

Di felaketên lêhiyê û hezanên axê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî Wezîrê Karên Hundir, nîvê van kesan di sê rojên dawî de jiyana xwe ji dest dane.

Hîn 12 kes winda ne. Nêzî 600 hezar kes jî ji ber felaketên lêhiyê hatin tehliyekirin.

Ji destpêka mehê û pê ve li welat herî kêm 667 hezanên axê hatine tesbîtkirin. Di rojên bê de barînek zêdetir tê payîn. Bi taybet roja Duşemê, tê payîn ku wê li bakûrê welat bagera Jangmî were.