Li Iraqê di xwepêşandanan de kesek mir, 100 kes jî birîndar bûn

Li Iraqê, di xwepêşandanên dijî hikumetê de roja Yekşemê hêzên ewlekariyê careke din çek bi kar anîn. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 100 kes jî birîndar bûn.

Li Iraqê xwepêşandanên ji bo şermezarkirina hikumetê ji 1'ê Cotmehê ve dewam dikin. Heta niha bi sedan çalakger hatine kuştin. Rayedaran ji bo tepisandina çalakiyan careke din bi tundî tevgeriyan.

Li paytext Bexdayê ji ber gulereşandina hêzên ewlekariyê çalakgerekî jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Nasiriye yê li başûrê welêt jî 74 kes birîndar bûn. Kesên bi çek konên ji bo çalakiyê li navenda bajêr hatine vedan şewitandin. Li gelemperiya welêt derdora 100 kes birîndar bûn.

Roja Înê bi banga lîderê Şîa Muqteda Sadr bi sed hezaran kes daketibûn qadan.

Çalakger nerazî ne ku li gel îstifaya Serokwezîr Adil Abdulmehdî hikumet nayê avakirin. Çalakger dixwazin ku hilbijartina giştî bê kirin, sîstema hilbijartinê bê guhertin, serokwezîrekî serbixwe bê hilbijartin, dawî li nelirêtiyê bê anîn, dawî li parvekirina desthilatdariyê ya li gorî etnîsîte û ol bê berdan.

Ji 1'ê Cotmehê ve derdora 500 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes birîndar bûn.