Li Hindistanê ji ber lêhiyê 209 kes mirin

Li Hindistanê li eyaleta Kerala ji bo lêhiyê hişyarî hate dayîn, heta niha li welat ji ber lêhiyê 209 kes mirin.

Li Hindistanê ji ber barana musonê lêhî rabû û heta niha 209 kes mirin. Li Eyaleta Kerala jî ji nû ve hişyariya lêhiyê hate dayîn.

Tê payîn ku di nava 24 û 48 saetan de li herêmê bareneke zêde bibore. Rayedaran heta niha 1.2 mîlyon mirov tehliye kirine.

LI 4 EYALETAN 1.2 MÎLYON KES HATIN TEHLIYE KIRIN

Li Eyaleta Kerala ji ber lêhiyê di şevekê de 95 kes mriin û 59 kes jî winda ne.

Li eyaleta Karnataka ya cîranê Kerala jî 48 kes mirin û 1677 kes jî hatin tehliyekirin.

Televîzyona xwecihî ragihand ku li eyaletên Gûjarat û Maharashtrayê 66 kes mirine. Li van eyaletan bi giştî 1.2 mîlyon kes hatin tehliyekirin.

Li Hindistanê sala 2018’an ji ber baranên musanê di lêhiyan de 450 kes mirîbûn.