Li gundekî Sûdanê komkujî: Herî kêm 124 kes hatin kuştin

Li gundekî eyaleta El Cezîre ya Sûdanê di êrîşekê de herî kêm 124 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Berxwedanê ya Wad Madanî, li gundê El Sireha yê li bakurê eyaletê, di êrîşekê de herî kêm 124 kes hatin kuştin, 100 kes jî birîndar bûn. Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) ji êrîşê re berpirsyar hate nîşandan.

Komîteyê got, "HPL li rojhilat, rojava û navenda El Cezîreyê serdegirtin kir.

Yekîtiya Doktorên Sûdanî diyar kir ku li El Cezîre ji bo tedawiyê jî mirov nikarin bêne veguhestin û got, Yên ku bi peyatî reviyan ya mirin, yan jî bi mirinê re rû bi rû ne."

Yekîtiya Doktorên Sûdanî ji bo 'derbaskirineke ewle' bang kir.

Ji Nîsana 2023'an û vir ve di navbera artêşa bi serkêşiya General Abdulfettah El Bûrhan û hêza HPL a bi serkêşiya alîkarê wî yê berê Mûhammed Hamdan Daglo de şer diqewime û heta niha bi deh hezaran kes hatine kuştin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 10 milyon mirov jî neçar man ji cih û warê xwe bibin.