Li girava Kanaryaya Mezin agir bi daristanê ket

Li girava Kanaryaya Mezin a li Behra Atlantîkê ya Îspanyayê agir bi daristanê ket. Ji 10’ê mehê û heta niha bi qasî hezar hektar daristan şewitî.

Li girava Kanaryaya Mezin a Îspanyayê di 10’ê Tebaxê de agir bi daristanê ketibû û hezar hektar daristan şewitî.

Roja Şemiyê şewat hatibû ber tefandinê lê ji ber ku bê alîyê xwe guhart şewat domiya.

Rayedaran diyar kirin ku heta niha hezar kes ji qada şewatê derxistine û li gorî rewşa şewatê dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.

Vê herêma çiyayî ya girava volkanîk di meha Tîrmehê de ji aliyê ÛNESCO’yê ve ketibû lîsteya çandî ya cîhanê. Ji ber vê rewşê karê komên tefandinê û îtfaiyeyê dijwartir dibe.