Li Erîvanê 5'emîn konferansa Kurdistan Komîte pêk hat

Li paytexta Ermenîstan Erîvanê, 5'emîn konferansa Kurdistan Komîteyê pêk hat.

Konferansa 5'emîn a Kurdistan Komîteyê li salona konferansê ya otela Santral a li Erîvanê pêk hat.

Bi şiyara "Em ê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" û "Sîstema Îmraliyê hilweşînin, bi rengekî azad bi Rêbertî re bijîn" gelek delegeyên ji herêmên Elegez, Oktomberyan, Eşterek, Talin û paytext Erîvanê di konferansê de li hev civiyan.

'HATE DÎTIN KU BÊYÎ KURDAN ÇARESERÎ NABE'

Siyasetmedar Ferman Garzan li konferansê axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê. Garzan destnîşan kir, berxwedan wê bi ser bikeve.

Garzan got, "Hovîtiya DAÎŞ'ê ku rêxistineke tarî ye, bi rêya paradîgmaya Rêber Apo hate têkbirin. Hate dîtin ku bêyî Kurdan Rojhilata Navîn nayê dîzaynkirin; îspat bû ku Kurd hêza bingehîn a demokrasiyê ye."

Garzan diyar kir, li dijî sûcên li dijî mirovahiyê yên DAÎŞ'ê divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin û li dijî kes û hêzên dixwazin civaka Êzidî parçe bikin banga yekîtiyê kir.

HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN

Ji bo Hevserokatiya Kurdistan Komîte Silo Dirboyan û Îla Tovmasian, ji bo Hevserokatiya Yekîtiya Gelê Kurd a Ermenîstanê jî Kinyas Hasanov û Nîna Mûstefa hatin hilbijartin.