Li Efganistanê komkujî: Herî kêm 63 kes mirin

Li paytexta Efganistan Kabîlê, ji ber êrîşeke ku li dawetekê hate kirin herî kêm 63 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de 182 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Hundir ê Efganistanê ragihand, ku gelek ji kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in.

Rahîmî beriya niha bi daxuyaniyeke din diyar kiribû ku êrîş Şemiyê saet 22:40'î li salona dawetê ya Shar Dubaiyê pêk hatiye. Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê êrîşkarekî ku bombe bi xwe ve pêçandibû hatiye kirin.

Berdevkên Talîbanê diyar kirin ku ti eleqeya wan bi êrîşê re nîne. Du berdevkan bi rêya Twitterê daxuyaniyek weşandin û êrîş şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ti hincet ji êrîşên wiha yên li dijî jin û zarokan re nabe.

Baskê Efgan ê çeteyên DAÎŞ'ê jî ku li Efganistanê terorê dike hîn daxuyaniyek neweşandiye.