Li Efganîstanê êrîşî pîrozbahiya Newrozê kirin: 26 mirî

Li paytexta Efganîstanê Qabûlê êrîşeke xwekuj li dijî pîrozbahiyên Newrozê hate kirin. Di encamê de bi kêmanî 26 kes mirin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir û Tenduristiyê xwekujekî li ber Zanîngeha Qabûlê xwe teqandiye.

Hate gotin di êrîşê de pîrozbahiya Newrozê bûye hedef. Li gorî rayedaran di êrîşê de bi kêmanî 26 kes hatin kuştin û gelek birîndar hene.

Hê kesî êrîş neaniye ser xwe. Li gel Talîbanan her wiha çeteyên DAÎŞ'ê jî van mehên dawî gelek komkujî anîbûn ser xwe.

Qabûl ku êrîş lê zêde bûne li Efganîstanê dîsa bûye yek ji cihê mirinê.

Beriya bi çar rojan Talîbanan bi wesayiteke bombekirî êrîş pêk anîbûn û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî li Efganîstanê salan 2017'an 10 hezar kes hatin kuştin an jî birîndar bûne. 2300 jê di dema êrîşan de jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûn.