Li balafirgeha Hong Kongê seferên balafiran rawestiyan
Ji ber çalakiyên protestoyî yên li balafirgeha Hong Kongê seferên îro yên balafiran hemû hatin rawestandin.
Ji ber çalakiyên protestoyî yên li balafirgeha Hong Kongê seferên îro yên balafiran hemû hatin rawestandin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên balafirgehê, ji ber çalakiya girseyî ya li termînala bingehîn seferên îro yên balafiran hemûyan hatine rawestandin. Ji bilî balafirên ku qeyda wan qediya ye û yên niha dakevin Hong Kongê sefer hemû hatin betalkirin.
Balafirgeha Hong Kongê di sala 2018'an de 8'emîn balafirgeh bû ku herî zêde hate bikaranîn, lewma wergirtina biryareke bi vî rengî 'girîng' tê nirxandin.