Li Bakurê Idlibê baregehên artêşa Tirk hatin bombebarankirin
Balafirên şer ên rejîma Sûriyê baregehên dewleta Tirk a li Bakurê Idlibê û derdora wê bombe kir. Di encama bombebaranê de gelek kuştî û birîndarên sivîl çêbûn.
Balafirên şer ên rejîma Sûriyê baregehên dewleta Tirk a li Bakurê Idlibê û derdora wê bombe kir. Di encama bombebaranê de gelek kuştî û birîndarên sivîl çêbûn.
Li gorî nûçeya ku di malpera El-Şerq El-Ewset de hatî weşandin hatiye gotin; Piştî du rojan ku artêşa Tirkiyê du baregehên nû li bajarê Hemayê çêkiribû, di bersiva wê de artêşa Sûriyê cihekî wan yê li Idlibê bombebaran kir.
Duh Saziya Mafên Mirovan ya Sûriyê eşkere kir ku balafirên rêjîma Sûriyê baregehekî çavdêriyê ya Tirkiyê û derdora wê bombebaran kir.
Piştî bombebaranê artêşa dewleta Tirk a dagirker neçar ma ku paşde vekşin. Ji bo wê cihên xwe yên li herêmên ‘Mewrik’ û ‘Şîr Mixar’ yê li ‘çiyayê Şehşûb’ berdan û bi zêdekirina hejmarê leşkeran baregeheke xwe li ser girekî nêzî gundê ‘Qoqfîn’ a li Bakurê Idlibê avakir.
Di heman demê de duh danê sibehê heman çavkaniyê bi daxwiyaniyekê diyar kir: “Rêjîma Sûriyê bi awayekî bê navber parêzgeha Idlibê bombebaran dike. Di encama wan bombebaranan de 7 kes hatin qetilkirin ku 4 ji wan zarokin. Di heman demê de 20 kes jî giran birîndar bûne.”