Li Bahamayê bahoz: Hîn jî 2 hezar 500 kes winda ne
Li Bahamayê ku li Karabîkê ye, tê gotin ku ji ber bahoza Dorîanê bi hezaran kes winda ne.
Li Bahamayê ku li Karabîkê ye, tê gotin ku ji ber bahoza Dorîanê bi hezaran kes winda ne.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Rewşa Lezgîn a Bahamayê, ji ber bahoza ku hefteya derbasbûyî bandor li herêmê kir, hîn jî 2 hezar 500 kes winda ne.
Li Bahamayê ku ji derdora 700 giravên biçûk pêk tê, ji ber bahoza Dorîanê kete nava kaosê û hîn jî jê rizgar nebûye. Xebatên ji bo rizgarkirinê jî li herêmê didomin.