Li Îtalyayê 16 karkerên biyanî mirin

Li Îtalyayê di nava 48 seatên dawî de, di qezayan de 16 karkerên biyanî mirin.

Di qezayên trafîkê yên li Îtalyayê de karkerên çandiyê mirin. Di qezayên di nava 48 seatên dawî de 16 karkerên çandiniyê yên biyanî mirin.

Di qezaya roja Şemiyê de 4 karkerên çandiyê yên bi eslê xwe Efrîqî mirin û 4 jî bi giranî birîndar bûn. Duh di qezayekê de 12 karkerên çandiniyê yên biyanî mirin.

Herdu qeza jî li herêma Foggîayê çêbûn. Li vê herêmê di beşa çandiniyê de bi hezaran kesên ji Efrîqa, Polonya, Bûlgarîstan û Romanyayê weke karkerên çandiniyê kar dikin. Karker bi giranî li ber tavê bacanên sor kom dikin.

Beşek mezin yê karkerên di sektora çandiyê de kar dikin tevî ku pirsgirêkên wan yê kaxezê nebe jî  gelek kêm ji vî mafê xebatê sûdê dibîne. Gelek ji van mirovan yan ji derve dijîn yan jî neçarin di xaniyên ne serober (şevdanî) de bijîn.