Leşkerên Îsraîlê zarokekî Fîlîstînî yê 15 salî kuşt

Leşkerên Îsraîlê li başûrê Şerîa Rojava ya dagirkirî, di şer de zarokekî Fîlîstînî yê 15 salî kuşt.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê Zaîd Kaysîa yê 15 salî bi fîşeka leşkerên Îsraîlê ku li serê wî ket jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin, dema ku leşkerên Îsraîlê ketin kampa El Fawar a li nêzî Hebronê û xwestin hin kesan destgîr bikin, şer derket. Li gorî Wezaretê 4 Fîlîstînî jî birîndar bûn.

Rojek beriya vê bûyerê li bakurê Şerîa Rojava bi kevirên ku Fîlîstîniyan avêtin leşkerekî Îsraîlî miribû. Leşkerên Îsraîlê ji bo gumanbarên Fîlîstînî bigirin bi şev avêtibûn ser herêmê û şer qewimî bû. Piştî çend saetan li nuqteya leşkerî ya Kalandiyeyê ya navbera Îsraîlê û navenda Şerîa Rojava êrişeke bi kêrê hatibû kirin.

Ev bûyer di demeke welê de qewimî ku Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo serdana Îsraîlê kir. Pompeo sibeha Çarşemê gihîşt Tel Avîvê. Tê payin ku rayedarê Emerîkî têkildarî pirsgirêka Îsraîl û Fîlîstînê plana Serokê DYE'yê Donald Trûmp û aloziya bi Îranê re nîqaş bike. Di plana Trûmp de tê xwestin ku Geliyê Urdunê û wargehên Yahûdî yên li Şerîa Rojava ku ji sala 1967'an ve hatine dagirkirin bi Îsraîlê ve bên girêdan. Tê payin ku hikumeta yekîtiyê ya Îsraîlê ji 1'ê Tîrmehê û pê ve nexşerêyekê pêşkêş bike. Fîlîstînî planê red dikin.