Le Monde: Li dijî Sûltan pêwîstî bi alternatîfeke pê ewle heye

Rojnameya Fransayê Le Mondeyê di nivîsara xwe ya edîtoriyê ya derbarê hilbijartinên Tirkiyê weşandî de, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a li pêşiya muxalefeta Tirkiyê, pêkanîna alternatîfeke pê ewle ya ‘li dijî Sûltan’ e.

Rojnameya Le Monde destnîşan kir, “Windakirina AKP’ê ya şaredariyên weke Enqere û Stenbolê nîşan dide ku serokomarê Tirk ê nijadperest û otorîter ji beşa herî dînamîk a welêt dûr dikeve.”

JI BO TIRKIYÊ EV HILBIJARTIN QONAXEKE GIRÎNG E

Rojnameyê ji bo encamên hilbijartinê derbirîna ‘Ji bo serokkomarê zordar û otorîter Tayîp Erdogan encamên gelek giran in. Her çiqas hê partiya wî yekemîn be jî ev hilbijartin têkçûneke gelek mezin e, qonaxeke gelek girîng a siyasî ye.”

Le Monde bal kişand ser mijara ku Erdogan careke din ji bo ku girseya xwe bixe tevgerê serî li pêşxistina dijberî û afirandian tirsê daye û mijarên hesas yên Sunnî û Elewî, Kurd û Tirk hwd de gur kirine, lê belê vê retorîkê li Erdogan daye windakirin. 

PÊŞXISTINA DIJBERIYÊ WEKE BÛMERANGÊ BANDOR KIR 

Rojnamê bal kişand ser mijara ku hilbijartin di navengeke demokratîk û adil de pêk nehatine û gelek hîle û nelirêtî hatine kirin. 

Herî dawî Le Monde diyar kir, “Dijberiya ku Erdogan li ser hesabên zêde dikirin, bandoreke weke bumerangê çêkir. Her çiqas hê xwedî desteka zêde be jî, nîvê gelê Tirikiyê jî jê nefret dike. Pirsgirêka herî sereke ya li pêşiya muxalefeta Tirkiyê ya pir parçeyî eşkere ye: Li hemberî vî lîderê ku xwe weke sûltanê nû dibîne, pêşxistina alternatîfekê ye.”