Konseya Ewropayê ji bo Rewşa Awarte dengê xwe li Enqereyê kir

Sekreterê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland got, li ser berfirehiya rewşa awarte û dema wê ya li Tirkiyê ew bi fikar in.

Jagland ku li Enqereyê ji xwendekarê hiqûqê re axivî, got, ‘’Di nav me de gelek kes ji berfirehiya rewşa awarte û dema wê bifikar in.’’

Jagland bal kişande ser girtina nûçegihan, parlamenter, şaredar, parêzvanên mafê mirovan û got ev derdorên ku hatine girtin ‘ji bo demokrasiyeke karîger û sazkar  girîng in.’’

Jagland bang li Tirkiyê kir ku ji bo barê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) sivik bike li serlêdan û gilihên bi çarçoweya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê binere.

Sekreterê Konseya Ewropayê bal kişande ser wê arîşeyê ku ji ber DMME zêdebûna dosyayên ji Tirkiyê û got ev jî zerengî û niyeta Tirkiyê nîşan dide. Jagland bal kişande ser giringiya Dadgeha Destûrê û got, ‘’Heke biryarên Dadgeha Destûrê neyê bicihanîn dewleta hiqûqê wê bihejije’’