Komkujiya li Efxanîstanê DAÎŞ'ê anî ser xwe

Komkujiya li Efxanîstanê ya ku li dawetekê hatî kirin çeteyên DAÎŞ'ê anî ser xwe.

Li ser navê çeteyên  DAÎŞ'ê li ser Instagramê bi daxuyaniyekê hate gotin endamê çete yê bi navê Ebû Asim El Pakistanî li dawetê bombeya li ser xwe bi xwe de teqendaniye.

Li gorî daxuyaniya koma çete, dema ku  hêzên ewlehiyê hatine qaedê vê carê jî wesayiteke bombebarkirî hatiye teqandin.

Li gorî rayedaran li Qabûlê di komkujiyê de 63 kes hatin kuştin û 182 kes birîndar bûn. Talîbanan gotibûn ti têkiliya wan bi êrîşê re tine û komkujî şermezar kiribûn.

Koma çeteyan DAÎŞ'ê li Efxanîstanê heta niha gelek caran sivîlên Şiî kiribûn hedefa xwe.

12'ê Tîrmehê li eyaleta Nangarharê çeteyên DAÎŞ'ê dîsa êrîşeke xwekuj biribûn ser dawetekê, 6 kes kuştibûn û 14 kes birîndar kiribûn.