KJK: Planeke nû ya tasfiyeyê di dewrê de ye, wê destûr jê re neyê dayin!

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku êrişa li ser kedkarên çapemeniyê yên li Ewropayê û binçavkirina şoreşgerên Kurd 'Êrîşeke NATO'yê ye' û got, "Wê ti carî destûr neyê dayin ku careke din tasfiye li ser gelê Kurd bê ferzkirin."

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî ye: "Li çar aliyên cîhanê krîzên aborî, siyasî, civakî, ekolojîk û leşkerî belav dibin, roj bi roj mezin û giran dibin, encamên hilweşîner bi xwe re tînin. Ev krîz jî ji encamên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn e ku li ser bingeha hesabên desthilatdariyê yên hêzên hegemonîk tê meşandin. Ev şerê ku ji aliyê sîstema faşîst, nijadperest û dijminê jinê ve tê meşandin, bi esasî ji bo tasfiyekirina doza azadiyê ya gel û jinan e. Yek ji cografyayên ku ev rastî bi şênberî lê tê dîtin, welatê me Kurdistan e. Şerê ku ji aliyê hêzên hegemon ve hatiye plankirin, tasfiyeyê li ser gelê me û têkoşîna me fez dike. Li dijî gel û têkoşîna me rojên dawî pêleke mezin a êrîşê jinûve ketiye meriyetê. Di van rojan de ku di siyaseta hundirîn û derve ya dewleta Tirk de guherîninên girîng pêk tên, êrîşên li ser gelê Kurd hatine girankirin. Dewleta Tirk ku ji ber pêknehatina planên têkbirinê yên dehan sal in li ser tevgera azadiyê ya Kurd ferz dike tengav bûye û hêzên Gladyo ku pê ve girêdayî ye, careke din dixwazin ku asta êrîşê bilind bikin. Em van êrîşan şermezar dikin. Li dijî van êrîşên îmha û qirkirinê ku li ser gelê Kurd û têkoşîna me ya azadiyê têne meşandin, weke têkoşîna azadiyê ya gelê me û hêzên demokratîk, şoreşger, em ê bi xurtî û mezin li ber xwe bidin û van êrîşan têk bibin. Bila kes ji vê yekê gumanan neke.

Balkêş e ku piştî berxwedana dîrokî ya gerîla ya li Zapê û çalakiyên ku kirin, her wiha piştî 8'ê Adarê, Newrozê û biryardariya têkoşîn û xwedîderketinê ya gelê me di hilbijartinên xwecihî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîşan da, ev êrîş hatin kirin. Hêzên hegemon li hemberî berxwedan, têkoşîn û berxwedêriya PKK û gelê Kurd ketine nava panîkê. Ji ber ku komplo û plana têkbirinê ya piştre kete meriyetê di asteeke girîng de hate bêbandorkirin, hêzên navborî careke din ketin nava liv û tevgerê, ji bo rejîma şerê taybet a AKP-MHP'ê di oxira berjewendiyên xwe de hîn bêhtir bi kar bîne dest bi parastina vê rejîmê kirin û êrîş dan destpêkirin.

PLANEKE NÛ YA TASFIYEYÊ

Êrîşên li Bakur û Başûrê Kurdistanê yên li ser gerîla, li gel planên qirêj ên li dijî siyaseta demokratîk a Kurd a li Tirkiyeyê, binçavkirina şoreşgerên Kurd, xebatkar û saziyên çapemeniyê yên li Tirkiye û Ewropayê, êrîşeke NATO'yê ye. NATO ku li gel hemû êrîşan jî nekarî têkoşîna rewa ya gelê me tasfiye bike, planeke nû ya tasfiyeyê xistiye dewrê. Em vê yekê ji Fransa, Elmanya, Belçîka û hemû welatên Ewropayê re dibêjin: Gel û zarokên Kurd DAÎŞ têk birin û berdêlên giran dan. Yên ku Ewropa ji belayê DAÎŞ'ê parastin zarokên gelê Kurd, gerîlayên PKK û hêzên YPJ-YPG'ê bûn. Bi têkoşîn û berxwedana xwe pêşî li DAÎŞ'ê girtin. Yên ku wê rojê çepik ji vê yekê re lê didan, îro ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj êrîşî saziyên gelê Kurd dikin, şoreşgerên gelê Kurd digirin. Piştgiriyê didin kuştin û girtinê. Ji bo rejîma şerê taybet a Erdogan-Bahçelî li ser piyan bihêlin ku vê rejîmê DAÎŞ parast, xwedî kir û weke amûreke gefxwarinê bi kar anî, êrîşî Kurdan dikin. Em bang li van hêzan dikin ku dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj û tarî berdin. Em dixwazin bi bîr bixînin ku ev êrîş li dijî rêbaza têkoşînê, jiyanê, feraset û felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' tê kirin.

HEVDÎTINÊN DÎPLOMATÎK

Di pêvajoyeke welê de ku dijberiya di asta herêmî û global de dewam dike, bang li şefê faşîst R.T. Erdogan hate kirin ku biçe DYE'yê, piştî bi salan serdana Iraqê kir, Serokkomarê Elman serdana Tirkiyeyê kir, ku ev hemû hevdîtinên dîplomatîk ên bi hêzên herêmî re li ser dijberiya li PKK û Rêber Apo têne kirin. Di vê pêvajoyê de ku tê xwestin, siyaseta herêmê ji nû ve bê dîzaynkirin, wê ti carî destûr neyê dayin ku tasfiyekirin bibe para gelê Kurd. Di bingeha van êrîşan de armanca tasfiyekirina tevgera me, dagirkirina xaka Kurdistanê û mayindekirina desteserkirina xaka Kurdistanê heye. Hêzên hegemon ên navneteweyî dewleta Tirk û hevkarên Kurd li ser bingeha bikaranîna dîzaynkirina herêmê vê konsepta êrîşê dimeşînin. Dewleta Tirk a faşîst ku ji bo serweriya li herêmê ji xwe re şert dibîne ku PKK'ê tasfiye bike, siyaseta xwe ya hundirîn û derve ji bo vê armancê dimeşîne.

EM ÊRÎŞA LI SER KEDKARÊN ÇAPEMENIYÊ ŞERMEZAR DIKIN

Weke KJK em vê êrîşa antî demokratîk a li ser kedkarên çapemeniya azad careke din şermezar dikin ku hewl didin bibin deng û zimanê êşên gelekî, berxwedan û têkoşîna hebûnê ya gel. Cihê şermê ye ku Belçîka nirxên azadiya çapemeniyê û mafên mirovan dike qurbanê bazariyên qirêj ên bi Tirkiyeyê re. Ev yek êrîşek li ser azadiya nûçewergirtinê ya gelê me ye. Li cihekî weke Ewropayê ku xwe weke keleha maf, hiqûq, mafên mirovan û demokrasiyê pênase dike, ev êrîşa li ser navendeke çapemeniyê ya ku hewl dide bibe zimanê doza rewa ya gelekî bindest, darbe û qirêjiyek li ser parêzvaniya mafên mirovan a Ewropayê ye.

QIRKIRINA ERMENIYAN

Îro salvegera êrîşa li dijî gelê Ermenî ya di 24’ê Nîsana 1915’an de ye. Em careke din vê qirkirinê bi tundî şermezar dikin. Erîşa qirkirinê ya topyekûn a li ser gelê Kurd jî awayekî polîtîka û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Ermenî ye. Em bang li hemû beşên civakê yên ku li dijî qirkirin û komkujiyan têdikoşin, dikin ku li dijî qirkirin û êrîşên dewleta Tirk ku li dijî gelan pêk tîne, têkoşîna xwe mezintir bikin û van êrîşên dewleta Tirk a dagirker pûç bikin. Hemû hêzên ku bûne hevalbendê van polîtîkayên qirêj  bila bizanibin ku ew nikarin pêşerojekê bi berjewendiyên ku bi xwîn û qirkirina gelan bi dest xistine, ava bikin. Nifşên wan û mirovahî vê yekê qebûl nakin.

JI RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK RE BANGA HESASIYETÊ

Em bang li raya giştî ya demokratîk a mafparêz û serweriya hiqûqê ji berjewendîyên dewletan yên qirêj û durû bilindtir,dibînin, dikin ku helwesta xwe nîşan bidin. Dîsa em dubare bang li hemû beşên civakî dikin ku li dijî kiryar û polîtîkayên rejîma faşîst a AKP û MHP’ê yên ku bi operasyonên navxweyî û derve Tirkiyeyê bi alozî û krîzan re rû bi rû dihêle, helwesta xwe nîşan bidin û di vê mijarê de gelekî hesas bin."