Ji bo çûyîna ser heyvê dor a Hindistanê ye

Ajansa fezayê ya Hindistanê amadekariyan dike ku fuzeya Chandrayaan-2 bişîne fezayê. Tê payin ku 6'ê Îlonê xwe li Heyvê deyne.

Hindistan wê bibe welatê çaremîn ku amûrekê bişîne ser Heyvê. Beriya niha Emerîka, Rûsya û Çînê ev yek pêk anî bûn.

Ji bo Hindistan vê armanca xwe pêk bîne demeke kurt maye. Ajansa Fezayê ya Hindistanê (Indian Space Research Organisation, Isro) di 12'ê Hezîranê de daxuyaniyek da û ragihand, ji bo keşfa li ser Heyvê wê sibeha 15'ê Tîrmehê saet 02:51'ê fuzeyekê bişînin.

Çapemeniya Hint dîmenên fuzeya nû û amûran weşand. Li gorî ajansa fezayê, amûra fezayî wê 6'ê Îlonê dakeve ser Heyvê. Tê payin ku wêneyên destpêkê jî piştî 15 deqeyan bigihêjin dinyayê.

Mîsyona ku navê Chandrayaan-2 (Amûra Heyvê) lê hatiye kirin, armanca herî mezin a Hindistanê ya der barê fezayê de ye.

Isro'yê sala 2014'an sondayeke fezayî şandibû dora gerstêrka Marsê. Sala 2008'an amûrek şandibû dora Heyvê. Amûra ku diviyabû du salan li dora Heyvê tevbigeriya bi ser neket û deh mehan tevgeriya.