Ji ber lêhiya li Nîjeryayê 57 kes mirin

Ji ber barana zêde ya ji meha Hezîranê û vir ve li Nîjeryayê û rabûna lêhiyê bi kêmanî 57 kes mirin, nêzî 130 hezar kes jî mexdûr bûne.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê hikûmetê ve hate dayîn, Ji ber karesata lêhiyê ya 10’ê Îlonê bi kêmanî 57 kes mirin û 132 hezar û 528 kes mexdûr bûne. Li gorî daxuyaniyê ji vê rêjeyê 16 hezar û 93 malbat in.

Ji ber lêhiyê 12 hezar 241 mal hilweşiyane, 581 lawir telef jî bûne. Dîsa 2 hezar û 251 hektar zeviyên çandiniyê jî mane di bin avê de.

Paytext Nîamey di asta herî jor de ji lêhiyê bandor bû. Li vî bajarî 6 hezar û 310 kes mexdûr bûne.

Dîsa navendên weke Zinder ê dikeve başûrê navenda bajar û Maradî ya dikeve başûrê rojhilatê welat cihên herî kêm ziyan ji lêhiyê dîtinene.

Her wiha herêmên çolistan ên dikevin bakurê welat jî ji lêhiyê bandor bûne. Li vê herêmê 18 hezar û 255 kes mexdûr bûne. Herêma mijara gotinê ji ber zuhabûnê di demê xwe yê herî xirab ê çandiniyê de bû.