Hikumeta Sûdanê bi tevgerên serhildêr re li hev kir

Di navbera hikumeta Sûdanê û gelek tevgerên serhildêr re li paytexta Sûdan a Başûr Cûbayê peymana aştiyê hate îmzekirin.

Rêveberên Sûdanê ji bo pîrozkirina vê serketina girîng a piştî hilweşandina rejîma Omer El Beşîr pêk anîn, li paytexta Sûdan a Başûr peyman îmze kirin.

Peymana destpêkê bi tevgerên serhildêr ên li Darfûrê re hate kirin. Li herêmê, ji sala 2003'an û pê ve di dema dîktator Omer El Beşîr de zêdeyî 300 hezar kes mirin, 2.5 milyon kes neçar man koç bikin. Peymana din jî bi tevgera hildêr a Kordofan a Başûr û Nîl a Şîn hate kirin. Şerê li herêmê bandor li milyonek mirovî kir.

Li aliyê hikumetê jî Alîkarê Serokê Konseya Serdest Mûhammed Hamdan Daglo peyman îmze kir.

Daglo di heman demê de tê sûcdarkirin ku di şerê navxweyî de yê li Darfûrê komkujî kiriye. Lewma ev peyman xwedî wateyeke sembolîk e.

Dijminên dema bihurî Daglo û lîderên tevgerên serhildêr ên Eniya Şoreşê ya Sûdanê bi destê hev girtin û bi hev re dans kirin.

Serokdewletê Sûdan a Başûr Salva Kîîr jî weke şahid mohra xwe danî binê peymanê.

Tevgera Azadiya Sûdanê ya Abdulwahîd Nûr û Tevgera Gel a Rizgariya Sûdan a Bakur a Abdulazîz El Hîlû merasîma îmzekirinê boykot kirin. Her du komên çekdar red dikin ku peymanê îmze bikin.

Danûstandinên aştiyê, piştî hilweşandina Omer El Beşîr bû karê sereke yê hikumeta nû. Hevdîtin Mijdara derbasbûyî li Cûbayê dest pê kiribûn.

Li gorî metnên peymana ku hatiye îmzekirin, komên çekdar wê di nava demeke diyarkirî de xwe tasfiye bikin û tevlî nava artêşê bibin. Artêşa bi rêk û pêk jî wê bi awayekî ku hemû pêkhateyên gelê Sûdanê bigire nava xwe ji nû ve bê organîzekirin.