Hebûna leşkerên Emerîkî yên li Iraqê di rojeva parlamentê de ye

Parlamenta Iraqê, ji bo nirxandina pêşnûme biryareke ji bo derxistina leşkerên Emerîkî ji Iraqê wê bi rengekî lezgîn bicive.

Piştî ku generalê Îranî Qasim Silêmanî û lîderê Haşdî Şabî Ebû Mehdî el-Muhendîs ji aliyê DYE'yê ve bi sûîqestekê hatin ukştin, Parlamenta Iraqê îro bi rojeveke lezgîn dicive.

Hate ragihandin ku di rûniştina parlamentê de wê pêşnûme biryareke ku leşkerên Emerîkî dersînor dikin ji aliyê parlamenteran ve bê nirxandin û piştre pêşkêşî dengdanê bê kirin.

Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Parlamentê Ammar el Şîblî daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî têkçûna DAÎŞ'ê êdî pêwîstî bi hebûna leşkerên Emerîkî yê li welat nemaye û artêşa Iraqê ji bo parastina welêt têrê dike.

Daxuyaniya Şîblî heman piştî banga lîderê nû Haşdî Şabî Hadı el Amîrî hat ku ji bo dersînorkirina leşkerên Emerîkî bang kiribû.

Gelek lîderên Şîa jî piştî kuştina Silêmanî daxuyaniyên bi heman rengî dabû.

Li Iraqê nêzî 5 hezar leşkerên Emerîkî hene. Li gorî artêşa Emerîkayê piraniya wan ji bo şêwirmendiyê li herêmê ne.

Eger parlament biryarekê ji bo dersînorkirina leşkerên Emerîkî werbigire, hikumeta Iraqê neçare ku vê pêk bîne. Nayê zanîn ku hikumeta Iraqê ya ku niha di halîhazir de ji ber xwepêşandan diheje wê helwesteke çawa nîşan bide.