BI DÎMEN

Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya 4’ê Nîsanê li çiyayên azad şahî lidar xistin. Di şahiyê de fermandarê gerîla Cemal Serhed axivî û got, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê têkoşînê hîn geştir bikin.

4'Ê NÎSANÊ

4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Li çar aliyên Kurdistanê û tevahî cîhanê ev roj bi coş û şahiyan hat pîrozkirin. Gerîlayên YJA Star û HPG’ê jî li çiyayên Kurdistanê ev roj bi merasîmeke leşkerî, şano û stranên Awazê Çiya ve pêşwazî kirin. Yek ji fermandarên ciwan ê HPG’ê Cemal Serhed di şahiya 4 Nîsanê ya gerîla de axivî û peyama bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da.

Fermandarê gerîlayan Cemal Serhed axivî û wiha got: ‘’Rêberê me gihişt 76 saliya xwe. Lewra ev roj ji bo me tê wateya xwe jinûve avakirinê. Rêber Apo gelê ku li ber qirkirinê bû, rakir ser piyan. Lewra jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna me ye, rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye. Em îro li van çiyayan di nava têkoşînekî dijwar de ne, Rêberê me 26 sal in li girava Îmralî li ber xwe dide. Em ê jî heta dawî weke wî li ber xwe bidin. Her wiha em dibêjin ku heta Rêberê me rizgar nebe em nasekinin û em ê tekoşîna xwe hîn bilindtir bikin.’’

KOMA AWAZÊ ÇIYA DAR ÇANDIN

Koma Awazê Çiya beriya derbasî cihê merasîma gerîla bibin dar çandin û peyamên ji bo 4 Nîsanê parve kirin. Endamên koma Awazê Çiya di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya rojbûna Rêber Apo û gotin, ‘’Bi hatina biharê re xweza xwe jinûve şîn dike, lewra rojbûna Rêber Apo ji bo me tê wateya xwe jinûve şînkirinê. Her wiha em bi vê armancê daran diçînin û vê rojê wiha pêşwazî dikin.’’

Koma Awazê Çiya 4’ê Nîsanê di serî de li Rêber Apo, malbatên şehîd û gerîlayan, li gelê welatparêz û hevrêyên xwe yên têkoşînê pîroz kirin. Piştî wî jî derbasî cihê merasîm û şahiya gerîla bûn.

Gerîlayan ji bo 4’Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi rojan amadekarî kirin. Di nava amadekariyên gerîlayan de şano, govend û aktîvîteyên gelek cihê reng hebûn. Bi dehan gerîla di şahiyên de amade bûn û bi stranên Awazê Çiya asta coş û moralê gerîla di lûtkeyê de bû.

Li ber stranên Awazê Çiya govend hate gerandin.