'Gelê Kurd wê bi hêza xwe hemû êrîşan têk bibe'

Siyasetmedar û nivîskar Dozdar Hemo got, "Divê were zanîn, eger êrîşek li ser destketiyên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê were kirin, pêwîste mirov rola hêzên navdewletî bibînin."

Siyasetmedar û nîvîskar Dozdar Hemo, der barê gefên dewleta Tirk ên li ser destketiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

HÊZÊN HEGEMON Û HERÊMÎ DIXWAZIN ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE DÎZAYN BIKIN

Hemo bal kişand ser jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û ev nirxandin kir: “Van çend mehên dawî gelek rojevên girîng qewîmîn. Lê ev rojev li gor min ne demkî ne. Lê di koka xwe de, di eslê xwe de nexşeriyeke giştî ji bo Rojhilata Navîn tê çêkirin. Ev ne ji niha de ye, ev ji têkçûna cemsera sosyalîzma pêkhatî di salên 1989-1990’an heta roja îro dinya di nav lêgerînekê de ye. Îca cîhan niha ber bi dîzayneke nû ve diçe. Bi rastî di vê dîzaynê de wê Rojhilata Navîn şeklê xwe yê nû bigre. Dibe ku li ser coxrafya hin dewletên ku berê hatibûn naskirin hin dewlet sînorê xwe zêde bikin. Dibe ku hin paytext yên ku me berê nas dikir di Rojhilata Navîn de bê wate bibin. An hin pêkhate an jî netewe di şerê cîhanê yê yekemîn de ku bêpar bûn weke Kurd, Suryan, Ermen, Çeçen, Tirkmen û Keldan û heta Ereb çûnkî Ereb jî bi rastî li ser hesabê wan dewletok,  hatin çêkirin ji nû de ev tiştê ku me got xwe bi nav bikin, bi îrade bibin. Di vê dîzayna nû de dewletên sereke bêguman plansaziya vê dikin û dixwazin li gor xwe Rojhilata Navîn parçe bikin. Di serî de Emerîka heye, Rusya heye, dewleta Îngîlîstan, Yekîtiya Ewropa û heta dewletên heremî Îran, Tirkiyê hene. Îran û Tirkiye dewletên bi hêz in. Bi sed salan bi bandor in, di Rojhilata Navîn de serdest in. Bêguman wê zû bi zû nehêlin ku hêzên derve li gor xwe dîzayn çêbikin di Rojhilata Navîn de. Ew jî wê mûdaxalê bikin. Wê para xwe bixwazin. Îca di vir de ew gefên ku niha derdikevin pişta xwe dide vê plansaziya ku dixwazin çêbikin.”

NE PÊKANE KU KURD JI NEDÎTÎ VE BÊN DÎTIN

Di vê plansaziyê de bi rastî hemû kes agahdarî hev in. Mînak niha Erdogan pir bi dengekî bilind Rojhilata Navîn  û cîhanê tehdîd dike. Weke ku Erdogan çep û rastê xwe winda kiriye alem dinirxîne. Gelo ev zilamekî dîn e? Yanî di eslê xwe de Erdogan dizane çima diaxive. Dizane ku dîzayna nû çêdibe. Dibe ku rola Tirkiyê kêm bibe û di heman wextê de hin îradeyên nû derkevin. Taybet Kurd wek îradeyek wê di vê dîzayna nû de cihê xwe bigrin. Ev ji bo Tirkiyê, ji bo Îran tehlîke ye, xetere ye. Lê em vê jî bizanin; tiştê ku niha Erdogan dike ne bê agahiya Emerîka, Rûsya Îran û Îngîlîstan dewletên ku mûdaxaleya Rojhilata Navîn dikin in. Di vir de nakokî çi ne? Nakokiya herî hesas li ser Kurdan e. Kurd di şerê cîhana yekemîn de piştî dîzayna cîhana Rojhilata Navîn li ser parçebûna Kurdan û Ereban dewletok hatin ava kirin. Çiqas dewlet û dewletokên çêbûyî li ser hesabê înkar kirina Kurd û Ereb û pêkhateyên din hatin çêkirin. Ev sedsal tijî bû. Kurd neteweyeke netewekeke resen ya heremê ye. Dîrokeke wê ya pir dirêj heye. Çandeke bi bandor e, hem bandor kiriye, hem jî di bin bandorê de ma ye. Ev Kurd nayê veşartin. Bi hejmara xwe bûye nêzî 50 mîlyon însan. Ne mûmkûne werê piştguh kirin. 

DI DÎZAYNA NÛ DE CIHÊ KURDAN

Hemo di berdewamiya axaftin xwe de diyar kir ku wê di dîzayîna nû de Kurd cih bigirin, lê li ser şêwaz hevnakin û wiha pêde çû: “Îca di dîzayna nû de dibe cihê Kurdan rengek ji rengan hebe. Dibe ku ne wek daxwazê Kurdan be wê Kurd bi çi şeklî cihê xwe bigre lê di encamê de Kurd wê cih bigrin. Ji bo vê jî niha di vê dîzayna nû de pirs xwe li vir derdixe pêş. Gelo Kurd wê bi çi şeklî cihê xwe bigrin? Cihê xwe bigrin wê li gor daxwaza Kurdan be ya jî li gor daxwaza hêzên hegemon be. Yan jî li gor dewletên heremî wek Tirkiyê û Îran cihê xwe bigrin. Îca ev her du pirs di nakokiyê de ne, bersiva wan nehatiye dayîn. Lê divê Kurd cihê xwe bigre. Ev kesên ku mûdaxaleya Rojhilata Navîn kirine vê jî dibînin. Welatên heremê jî dibînin ku pirsgirêka Kurd çareser nebe îstîkrara heremê çênabe. Lê Kurd wê çawa bigre? Bi rastî di tevgera azadiya Kurdistanê, di pêşengiya PKK’ê de di bin rêbertiya Apo de nasnameya Kurd yên ku li gor xwe bifikirin, li gor xwe şekil bidin û xwedî li dîroka xwe derkevin. Kurd wê çawa siberoja xwe diyar bikin? Tevgera azadiyê di nava çil salî de ev pênase pir xweşik kir. Ji bo wê têkoşiya, li ber xwe da, şehîd dan, koçberî qebûl kir, gelek êş û ziyan dît. Hê jî têkoşîn li gelek qadan berdewam e. Di zindanan de, li serê çiyan dewam dike. Ev êdî nasnameyeke Kurdî ya ku wê Kurd ji bo xwe çawa bifikirin ava kir.

Dewletên herêmî xwestin pêşiya vê bigrin, lê nikarî bigre. Ji ber ku êdî nasnameya Kurdî û nasnameya pêşengtiya partiyekê bû yek. Lewre jî êdî Kurdê azad li her çar aliyên Kurdistanê xwe nas kir û wê çawa cihê xwe di çareseriyê de bigre dizane.”

JI BO KURDÊN AZAD CIHÊ XWE DI DÎZAYNA NÛ DE NEGIRIN GEFA DIXWE

Dozdar Hemo diyar kir, ji bo Kurdê azad di dîzayna nû ya Rojhilat Navîn de cih negire gefa dixwe û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Kurd xwedî îradeyeke siyasî rêxistinî û leşkeriye bi hêz e û dikare xwe  di dîzayna nû de bi cih bike. Îca di vir de ev gefên ku Erdogan dixwe li beramberî  vê ye. Ji ber ku ger Kurd bi îradeya xwe di vê dîzaynê de cîh bigre ew siyaseta dewleta Tirk a înkarkirina Kurda (dewleta Tirk li ser vê esasê hatiye avakirin) êdî bê wate dibe. Ji ber ku înkarkirina Kurdan dewleta Tirkan li ser lingan hiştiye. Kurd bi statû bibin dewleta Tirk wê werê nîqaşkirin. Dibe mijara nîqaşê û namîne. Çawa namîne? Wê bi vî şeklî neyê qebûl kirin. Navendî be, hişk be. Înkara hemû pêkhateyan bike. Li ser hesabê înkarkirina hemû pêkhateyan desthilatiyeke faşîst, despot nabe. Ji bo vê gefên Erdogan li beramberî vîna azad e. Kurd êdî bi îrade dibin, statû tên çêkirin. Êdî Kurd di dîzayna nû de cih digre, bi tesîr e, tevlî siyasetê bûye. Dixwaze pêşiya vê bigre. Çiqas dikare bigre? Xwe îkna kiriye ku tevgera azadiyê tasfiye bike. Lê belê nayê tesfiyekirin. Ji ber ku tekoşîneke 40 salî a vîna azad heye. Kurd êdî bi ziman bû ye, bi tecrûbeya dîplomatîk bûye.  Di siyasetê de bi tecrûbe bûye. Bi rêxistin bûye. Ne tenê dewleta Tirk hêzên navdewletî jî naxwaze kurdên azad di dîzayîna nû de cih bigrin. Ji bo berjewendiyên wan ne baş e. Kurdekî çawa dixwazin? Kurdekî li gor berjewendiyên wan bin, zêde çitaya daxwazên xwe bilind nekin, Kurdekî nasnameya wî hebe, zimanê wê hebe û ji xwe re bêje Kurd ne qedexe be, lê belê Kurdekî heta vir serbestî, ji vir şun de em ê qedexe bikin. Ev bi jî dibe çi? Rêbazekî ku tu koleyî hêzekî yî lê tu modern bibî. Berê bi temamî înkarkirin hebû, niha jî dibêjin em te înkar nakin lê em piçek maf didin te. Hêzên navdewletî jî vê îradeya azad a Kurdan bi temamî qebûl nake.”

KURD DIXWAZIN LI SER ERDNÎGARIYA XWE PERGALEKÊ AVA BIKIN

Hemo bal kişand ser daxwaz û modela ku Kurd dixwazin li Kurdistanê ava bikin û ev nirxandin kir: “Bêguman Kurd dizanin siyasetê bixwînin, pênase bikin. Çi partî bibe bila bibe, her kes li gor xwe rastiya rewşê çi ye dizane. Lê belê Kurd bêguman ev siyaseta înkarê wê wisa  qebûl nekin. Dibe hin partiyên Kurdî li gor pozîsyon û rewşa xwe hin daxwazên hêzên dewletên mezin û heremî weke bibêjin pê re bidin û bistînin ji xwe hene lê Kurd wê bi giştî vê qebûl nekin. Kurd jî bê guman modelekî dixwaze. Modeleke çawa dixwaze? Modeleke ku bi pêkhateyên Rojhilata Navîn re karibe bijî dixwazin. Wê esas digrin. Kurd ne li ser hesabê perçebûnên erdnîgariyên ku hatine diyarkirin wan parçe bike û nizanim erdnîgariyeke nû bi dest bixe û weke dewleteke hegemomîk xwe saz bike. Kurd li pey duruşmeya çawa ye? Çandên resen ên gel û neteweyan ku bi hezar salan bi hev re dijiyan wê vejîn dike. Wê dixwaze. Bi rastî di bin sîwaneke demokratîk ku her kes xwe tê de bibîne, xweseriya xwe biparêze û bi hev re çarenûsa xwe diyar bikin. Li ser erdnîgariya ku lê dijîn dixwazin pergalekê ava bikin. Navê vê pergalê pergala demokratîk dibe yan federal dibe, konfederal dibe. Ev mijara nîqaşê ye. Lê Kurd naxwazin bibin hêzeke hegemon ku sînorên hin dewletan tehdîd bikin. Çand û dîroka xwe bi pêkhateyên heyî re bi xwesertiya xwe bi hev re di nav pergaleke demokratîk de dixwazin xwe bi rê ve bibin. Kurd vê esas digrin û ev model êdî bûye defaktoyek, diyar bûye. Her kes vê dizane. Lê belê Kurd li gor hêzên hegemon bêguman wê qebûl nakin ku Kurdekî  îtaatkar bin û di heman wextî de wê di bin daxwazê dewletên heremî de bi temamî Kurdan înkar bikin jî serê xwe wê netewînin. Di serî de Tirkiyê. Ev tekoşîn wê dewam bike.”

ERDOGAN BÊ AGAHIYA RÛSYA Û EMERÎKAYÊ NIKARE GEFAN LI KURDAN BIXWE

Hemo işaret bi hevkariya Erdogan û hêzên hegemonîk kir û wiha pê de çû: “Lê ez vê jî bibêjim; îro ger Erdogan yekser gefan dixwe û weke ku li meydanê tenê Erdogan heye û gef li beramberî Kurdên azad dixwe dibê em tenê fêhm nekin ku tenê Erdogan e. Ji ber ku di Rojhilata Navîn de çi biqewime bê agahiya hêzên navdewletî yan jî hêzên hegemonîk Emerîka û Rûsya çênabe. Ev gefên Erdogan ez ne di wê baweriyê de me ku bê agahiya Emerîka û Rûsya çêdibe. Hêzên hegemon ji aliyekî ve siyaseta wan a Kurdan heye, dibe ku weke Erdogan nefikirin lê Erdogan jî bi temamî înkarkirinê esas digre. Lê belê li aliyên din jî hevbeş in. Ji bo Kurdekî azad çênebe. Yên ku plansazî dikin ku Kurdên azad nebin serwer û bandora wan li her cihî çênebin. Çi dikin? Ji Erdogan re dibêjin temam, em weke te nikarin bi temamî Kurdan înkar bikin, lê ew jî dixwazin bi temamî Kurdekî azad, di Rêbertiya azadiyê de ne bi bandor be. Tu dikarî şerê xwe bike lê şerekî ne weke te jî ku tu Kurdan bi temamî înkar bikî, ji holê rabikî. Erdogan bê agahiya Emerîka û Rûsya bi taybetî li Suriyeyê tiştekî nake. Ji bo vê rol dane Erdogan. Dibêjin; Em mutefiqin lê rola ku tu vê karê bimeşîne hêvî bike ku tu Kurdan bîne hêzekî ku wek me bifikirin an jî tu înkar bikî em jî hinek rol bidin te lê tu divê zêde neçe.” 

DI ÊRÎŞEKE GENGAZ DE DIVÊ ROLA HÊZÊN NAVDEWLETÎ BÊ DÎTIN

Dozdar Hemo di mudaxalekirin û gefên li ser Rojhilat-Bakurê Sûriyeyê de bal kişand li ser rola hêzên hegemon û ev nirxandin kir: “Divê ev were zanîn, ger ku êrîşek li ser destkeftiyên Rojhilat-Bakurê Sûriyeyê were çêkirin di vir de divê mirov rola hêzên navdewletî bibîne. Rastî jî em serweriya Sûriyeyê esas digrin. Ev xaka Sûriyeyê encax wê bi serweriya Sûriyeyê ve were parastin. Kurd ne ew hêz in ku dixwazin Sûriyeyê perçe bikin. Kurd jî pekhateyek ji civaka Sûriyeyê ne, an jî tevna Sûriyeyê ne. Bi rastî jî Sûriyeyekî demokratîk, pir reng, her pêkhateyan bibîne xwe di tê de îfade bike, bi navê komarekî demokratîk an jî federal dibe anjî konfederal dibe divê nîqaşê ve vekirî were hîştin. Lê ev hêzên ku naxwazin çareseriyek di Sûriyeyê de çêbibe,  hêzên wek Tirkiyeyê pêşiya vê digrin. Vê yekê jî bi hincetên ev teror in, hidûdê min  tehdît dikin, ewlekariya min di xeteriyê de ye bi van çîrokan ve ji bo vîna azad a Kurda nebe xwedî statû li hemberê vê şer pêşdixin. Ji bo vê jî ez dibêjim ew tehdîdên Erdogan ê vê dawiyê derket divê mirov ciddî bigre. Bi rastî jî valatiyek mezin di giştî serweriya Sûriyeyê de heye. Dewleta Tirk jî dixwaze vê valatiyê ji bo meslehetên xwe binirxîne. Bi hişmendiya min çi girt ji min re ye an jî ez ê ew cihên ku min girtiye ve bikaribin bandora xwe siyaseta Sûriyeyê bikim. Erdogan vê valatiyê jî dixwaze bi çeteyên ku li derdora xwe komkiriye, bi îstîxbarat, teknîkekî xurt ve dagre. Di esas de perçekirina Sûriyeyê ji xwe re esas digre.”

DIVÊ KURD BI YEK DENGÎ Û YEK DAXWAZÊ TEVBIGERIN

Hemo bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û ev tişt anî ziman: “Kurd bi xwe wek civak li hemberê dijminên xwe yek in. Tu ji her Kurdekî bipirse tu bêje Kurdo tu çi dixwaze wê bibêje ez di ser axa xwe dixwazim azad bijîm, ez dixwazim bi çand û nasnameya xwe ve bijîm li gel min Kurdên bakur, başûr, rojava, rojhilat nîne li gel min ferq nîne. Em hemû Kurd in divê em azad bijîn. Wek civak hemû Kurd yek in. Lê li aliyên siyasî yên ku xwe wek pêşengên Kurdan dibînin ev ne yek in . Dibe ku her partî bi armanca azadiya Kurd û Kurdistanê têkoşînê dimeşîne lê di rêbazê de cûda difikirin. Yên ku cûda difirin hin ji wan dikevin xizmeta siyaseta dewletên herêmî yên ku li ser înkarkirina Kurdan têkoşînê dikin hin ji wan dikevin xizmetê wan. Hin wan jî bi rêbazên xwe ve dikevin  xizmeta dewletên hegemon yên ku di dîzayna Kurdî gor xwe dixwazin çêbikin. Lê partî û pêşengên ku bi rastî naxwazin bibin dûvikên dewletên heremî ne jî dixwazin li gor berjewendiyên hêzên navdewletî bifikirin hene ev jî tevgera azadiya Kurd e, PKK ye. PKK ne teslîmê dewletên heremî dibe ne jî li gor berjewendiyên hêzên hegemon têkoşînê dimeşîne. Li ser esasê Kurdekî azad a ku bi vîna xwe ve têkoşîn dike ve têkoşîna xwe dimeşîne. Ev çil sale jî vê yekê ispat kiriye. Lê dibe ku di taktîk de hevdîtin çêbike, têkilî çêbike, ji bona destkeftiyên Kurda were parastin him bi hêzên heremî him jî bi hêzên navdewletî ve di nav danûstandinan de ye lê teslîm nabe. Dibêje Kurd bi hêze, vîna xwe heye, hêza xwe ya rêxistinî heye, civakek pişta wî ye. Bi vîn û xweseriya xwe ve xwe di her alî de dikare pênase bike. Em ne mecbûrin bibin pîyonên berjewendiyên dewletên heremî û navdewletî. Em bi nasnameya xwe ve azad ve bikaribin siberoja xwe diyarbikin. Ji bo vê jî her kes dibêje ev Kurd divê wisa nefikire. Dibêjin ya hûnê wek hêzên navdewletî yan jî wek hêzên heremî bifikirin. Li gorî hêzên heremî û navdewletî fikirandin xetere. Ji bo vê jî em wek aliyên siyasî yên ku xwe pêşengên Kurda dibînin divê xwe nêzîkî hev bikin. Ev nenêzîkbûna Kurda dihêle ku hêzên heremî û navdewletî li ser Kurda siyasetê dikin û hinek hêzên Kurdan jî li gorî berjewendiyên xwe bi kartînin. Ji bona ku dijminên Kurd û Kurdistanê wan bikarneyne divê bi beşdarbûna hemû hêzên siyasi yên Kurd ve kongreyekî netewî çêbibe. Rastî jî ev kongere bi salane di rojevê de ye.Ger ku yekîtî çêbibe wê Kûrd bikaribe di derbarên siyaset û dîplomasî de hevbeş biryar bidin, di mijara parastinê de bi hev re wê bikaribin destkeftiyên Kurda biparêzin. Ev hemû jî wê di kongreyekî netewî de bi biryaran ve pêkwere. Lê mixabin ev biryar çênabin. Ger ku ev çênebe wê zeyîftiyên di nav hêzên Kurdî de hene wê hêzên heremî û navdewletî jê sûd bigrin, ev jî xeterekî mezin e. Taybet di vê pêvajoyê de niha li ser me ev xeterî heye. Dijmênên Kurda qebûl bikin nekin niha Kurd di Rojhilata Navîn de bi tesîrin û bandorê li ser dîzayna nû dike. Ji bo Kurd di dîzaynê de cih bigrin divê bi yek rengî yek dengî bi yek daxwazê tevbigerin. Eger ne yek bin wê bi rastî jî vê şansa ku ketiye destê wan dîsa sed sal bi Kurdan bide wendakirin. Ev jî wê heyf be ji bo Kurdan. Em jî di wê hêviyê dene ev yekîtî di nêz de çêbibe.”

KURDÊN AZAD JI BO PARASTINA DESTKETIYÊN XWE WÊ HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN

Hemo bal kişand ser guhetina kesayet û hişmendiya Kurdan û ev nirxandin kir: “Ew wisa texmîn dikin ev gel wê di têkoşîna xwe de gav paş nevêje. Ji ber ku Kurd êdî xwedî ezmûnekê ne, tecrûbeya wan zêde ye... Kurd wê ji bo desketiyên xwe yên heyî biparêze heta nefesa xwe ya dawî wê li ber xwe bidin. Kurdên azad tu carî teslîm nabin. Wê wek berê ku bi girtin û şehîdxistana pêşengekî Kurdan ve wê Kurd paş gav neavêjin. Kurd êdî xwe bi xwe dikare pêşengitya xwe bike. Êdî Kurd xwedî fikir û felsefeyeke xwe dikare her tim biparêze û  bi rê ve bibe. Li hemberê vê vînê wê êrîş hebe û di roja me ya îro de heye jî, ji ber ku dijminên Kurdan dixwazin Kurdan qir bikin, tine bikin, lê Kurd jî ji bo xwe rêbaza berxwedaniyê esas digre. Berxwedaniyek siyasî rêxistinî ya bi girêdana xaka xwe çanda xwe bi destekdanîna hêzên xwe yên leşkerî ve bê berxwe bide. Li hemberê vê berxwedaniyê dijmin mecbûre gav paşve biavêje. Ji ber ku wê nikaribe gelekî ku ji mîlyonan pêk tê qir bike û nedîtîve bê. Ji bo vê jî şansê ku Kurd li ser bixe gelek e. Bi rastî wê gef bê xwarin, dijmin e lê divê ev gef me netirsîne berovajî vê yekê divê ev gef yekîtiya me hîn xurtir bike. Vîna me nêzîkî hev bike. Em wekî Kurd ku dibin bila bibin divê em bizanibin dijminê me ne partiyek an jî ne rêbazekî têkoşînê hedef digre, nasnamekî Kurdî hedef digre, qirkirina dîroka Kurd û Kurdistanê hedef digre, ji ber ku dijmine. Li cem wî nizan ev Kurdê başûre, rojhilate rojavaye, bakure nîne. Li cem wî Kurd e, ev Kurd li ku derê serê xwe rake anjî têkoşînê bike dijmin li wir êrîş dike. Di vir de divê em îkna bin. Gefên dewleta Tirk a faşîst ne li hemberê partiyeke li hemberê Kurd û Kurdistanê ye. Dema ku tû ji birayê min re nabêje Kurd tu  ji min re dibêje Kurd, ev ferq û cûdahî çiye? Mirov tenê li vir mêze bike mirov lîstika qirêj dibîne. Dibe ku rê û rêbazên têkoşînê yên partiyên Kurdan ji hev cuda bin, ev ne eybe. Ev tiştekî normal e, ev li her derê cîhanê heye. Lê di encamê de em Kurd in. Ji bo vê jî divê em van gefan li hemberê doza Kurdî bibînin. Ne li hemberê partiyek ji partiyan bibînin. Bi rastî jî em wisa tevbigerin wê dijmin negîhije armancên xwe.”