Ewropa ji bo bazirganiya bi Îranê re ketiye nav fikaran!

Yekîtiya Ewropa ku ji bo nekevin bin bandora ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê û hevkariya xwe ya bi Îranê re bidomîne mekanîzmayeke saz kiribû, ketiye nava fikaran. Sedema vê yekê jî bersiveke gengaz a DYA'yê ye.

Welatên Elmanya, Fransa û Brîtanya ji bo nekevin ber ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê, mekanîzmayek bi navê "Vehicular ad hoc network (VANETs)" saz kirin û ji bo vê jî hesaban li ser Luksembûrgê dikin. Awûstûryayê ev pêşniyar qebûl nekir.

Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) dixwazin bi rêya vê mekanîzmayê petrol û gaza Îranê bigihînin Yekîtiya Ewropayê û di berdêla wê de jî xizmetê û mal bide Îranê. Yanî pevguhertinê (trampa) bike.

Pergala Trampa an jî bi navê xwe yê din 'Barter' ji hêla Rûsya, Fransa, Çîn, Elmanya, Îngilîstan, YE û Îranê ve bi daxuyaniyeke hevpar hatibû ragihandin. Ev pergal weke pergala ku bêyî pere bê bikaranîn malê bazarê bê veguheztin, tê naskirin. Şîrketên pêwendîdar wê ne di navbera xwe de, lê li navenda barterê danûstandin û hesabê xwe bikirina.

Rêveberiya Tehranê heke nekare avantajên YE'yê yên aboriyê li hemberî zextên DYA'yê biparêze, gef dixwe ku peymana çekên nukleerî ya sala 2015’an li Viyanayê hatî mohrkirin wê xirab bike ango jê vekişe. 

Rêveberiya DYA'yê roja Sêşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku heke ev ambargo bê binpêkirin wê şîrketên Ewropayê bên cezakirin.