Elmanya wê penaberên werin Îtalyayê bigre

Welatên Yekîtiya Ewropayê têkildarî parvekirina penaberên li ser Derya Spî re hatîn Îtalyayê li hevnekirin, Elmanya ew ê ji her çar penaberên bi ser deryayê re hatîn yekê qebûl bike.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Elmanya Horst Seehofer ragihand ku Elmanya ew ê têkildarî parvekriina penaberên hatine Îtalyayê gav bavêje. Seehofer diyar kir ku ji her çar penaberên li ser deryayê re hatine Îtalyayê ew ê yekê qebûl bikin û ragihand ku qebûlkirina penaberan ew ê bandora xwe li siyaseta Elman a penaberan neke.

Di nava 8 mehên îsal de nêzî 9 hezar penaber bi rêya deryayê xwe gihandin Îtalyayê, biryara girtina strîngehan a di dema Wezîrê Karê Navxweyî yê çepgir Matteo Salvinî hê di meriyetê de ye. Tê payîn ku piştî Salvînî di hikûmeta nû ya koalîsonê de ku Gîûseppe Conte ji nû ve bû serokwezîr di vê polîtîkayê de guhertinan bike.

ÎTALYA ÇARESERIYEKE MAYÎNDE DIXWAZE

Hikumeta Îtalyayê tevî pêşniyaza Elmanya di mijara parvekirina penaberan de çareseriyekî mîsoger û mayînde dixwaze. Serokwezîr Conte dixwaze li cihê muzakereya cuda ya keştiyên penaberan alîgirê parvekirina penaberan a di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de ye.

Tê payîn ku welatên Yekîtiya Ewropayê di mijara parvekirina penaberan de 23’ê Îlonê li Brukselê li hev bicivin.